'Kobanê ji DAIŞ'ê re bû goristan, ji berxwedanê re bû baxistan' 'Do bi DAIŞ'ê êrîş kir, îro bi MSO êrîş dike' 2020-01-24 10:33:40   KOBANÊ - Kobanê ya ku navê xwe li dîroka berxwedana cîhanê nivîsand, di 6’emîn salvegera xwe ya serkeftinê ya li dijî DAÎŞ’ê de ye. Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen, diyar kir ku wan DAIŞ li Kobanêk bir û Kobanê ji DAIŞ'ê re kirin goristan û wiha got: "DAIŞ li Kobanê têk çû, lê îro bi unîformayên cuda êrîş dikin. Li aliyê din êdî berxwedanê li ser vê axê bi kok bû û belav dibe. Em destûr nadin feraseta osmanî pêş bikeve."    Bi taybetî di sedsala herî dawî de, herî zêde kurd rastî êrîşan û komjiyan hatin. Lê ligel vê yekê jî li Kobanê berxwedana dîrokî nivîsandin. Piştî di sala 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweşî pêş ket, Kurd nebûn alî û xeta sêyemîn parastin. Xeta xweseriya demokratîk û parastina cewherî pêş xistin û gelên herêmê mil dan hev û li dijî komên çekdar şer kirin. Piştî êrîş li ser Kobanê pêş ketin, şervanên gel ên xeta sêyemîn li dijî hêzên DAIŞ û hêzên navneteweyî şer kirin û li Kobanê li dijî DAIŞ'ê berxwedanek dînokî nîşan dan. Hemû cîhanê şerê navbera DAIŞ û YPG, YPJ û QSD'ê temaşe kirin. DAIŞ'ê xwest Kobanê desteser bike û bi Tirkiyeyê ve girê bide. Lê gelê Kobanê û şervanên gelê Kobanê li dijî DAIŞ'ê li ber xwe da û di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Rayedaran diyar kirin ku berê armanca DAİŞ'ê destxistina Şamê bû, lê piştî ku Tirkiye DAIŞ araste kir, DAIŞ'ê berê xwe da Kobanê.    Di Tebaxa 2014'ê Tebaxê de DAIŞ'ê ji rojavayê Firatê ji aliyê Cerablusê ve dest bi êrîşan kir. Lê şervanên Kobanê êrîş şikandin. Piştre DAIŞ'ê xwe komî ser hev kir û berê xwe da Kobanê. DAIŞ'ê vê carê di 15'ê Îlonê de ji Rojava, Başûr û Rojhilat ji sê milan de êrîşî Kobanê kirin. Li Gundê  Serzorî 11 şervanên Kurd di berxwedana li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ’ê bi vê êrîşê encama têkçûna xwe diyar kir. Şervanên kurd tevî çekên kêm, li dijî DAIŞ'a ku bi çekên giran û nûjen êrîş dikir li ber xwe da û êrîşên DAIŞ'ê şikandin. Di şerê li Kobanê de, êdî wekî ku Kobanê ne perçeyekî Sûriyeyê bû. Rejîma Sûriye qet bertek nîşan neda. Qet bersîv jî neda. Piştre Serokomar Erdogan got ‘Ayn-el Arap ket wê bikeve" û piştgiriya xwe ya DAIŞ'ê anî ziman. Lê tevî hemû êrîşên giran şervanên Kurd li Kobanê heta dawî li ber xwe dan û DAIŞ têk bir. Kobanê ji DAIŞ'ê re kirin goristan û li vir rûpelek nû ya berxwedanê vekirin. Berxwedanê li vir kok berda û belav bû. Kobanê di 26'ê çileya 2015’an de ji destê DAIŞ'ê paqij bû. Kobanê bi berxwedana xwe bû sembol. Piştre 1'ê mijdarê wekî ‘Roja Kobanê ya Cîhanê" hat qebûlkirin.    SMO YA ÎRO DAŞI'A DUH YE    Îro Kobanê ku girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye 6'emîn salvegera rizgarkirinê pîroz dike. Kobanê, îro dîsa di bin gefên Artêşa Nijadî ya Sûriye (SMO) ku bi destê Tirkiyeyê hatiye avakirin de ye.  Hevserokê Meclîsa Eskerî ya Kobanê Îsmet Şêx Hesen, diyar kir ku DAIŞ a duh têk çû îro bi krasên Artêşa Nijadî ya Sûriyeyê (SMO) êrîş dike û wiha got: "DAIŞ'ê dema di sala 2014'an de êrîşî Kobanê kir, ne li gorî xwe û ne ji rêzê êrîş kir. Li pişt wan hêzek din hebû. Hêza ku ew araste kirin hebû. Ji bo Kurd nafên xwe bi dest nexin, di serî re rejîma Tirkiye û Sûriye gelek hêzên din piştgirî dan wan. Ewil bi navê El Nusra û Ehrar El Şam gelek koman êrîşî Kobanê kir. Lê piştî bi ser neketin vê carê bi navê DAİŞ’ê êrîşek dijwar kirin."    ‘HERKES DAİŞ’E GÖZÜNÜ KAPATTI’   DAİŞ’in bir şirket gibi sahaya getirildiğini belirten Hesen, “Kısa bir süre içinde Musul’da Irak ordusundan aldıkları tank, top ve obüsleri buraya getirip saldırmaya başladılar. Bu da bazı güçlerin DAİŞ’i destekleyip ona yol açtığının ve Rojava’ya girmesini sağladığını ispatlıyordu. DAİŞ bunları Rojava’ya getirdiğinde Esad ve destekçileri halkları bombalıyordu. Ancak buna karşı hiçbir şey yapmadılar. Çünkü getirilenler Kobanê’yi vurmak içindi. Bundan dolayı herkes gözü kapalı davrandı. Bunun yanı sıra rejimin o dönemler Eyn İsa’da bulunan 97’nci Tugayı’ndan da onlarca tank ve top ele geçirerek bize yöneldiler” dedi.    ROLA TIRKIYEYÊ    Hesen, anî ziman ku Tirkiye ji destpêkê heta dawiya şerê Kobanê deriyê sînor ji DAIŞ'ê re vekirî hişt û wiha got: "Bi xeta trênê piştgiriya çekan û lojistikê didan DAIŞ'ê. Bi DAIŞ'ê êrîşî Kobanê kirin. Xwestin pira di navbera Cizîr û Efrînê de qut bikin. Kobanê yekem cihê gava şoreşê û pergala me hatiye avêtin e. Xwestin bi êrîşa li dijî Kobanê pergala me hilweşînin. Xwestin di şexsê Kobanê de hemû Kurtan tune bikin. Lê şervanên YPG û YPJ'ê berxwedanek dirokî nîşan dan û destûr nedan vê yekê. Gelê me ji despêka Serzorî de li ber xwe dan û destûr nedan Kobanê têk biçe. Dema êrîşên li ser Kobanê dest pê kir, gelê Kurd seferberî îlan kir. Gelê Kurd kobanê bi tenê nehişt. Gelê Rojhilat û Başur rabûn ser piyan. Li Bakur gel rabû ser piyan. DAIŞ li Kobane têk çû. Lê do Kobanê di hedefa DAIŞ'ê de bû, îro di hedefa MSO de ye. Me çawa DAIŞ têk bir em dê li Girê Spî û Serêkanîye jî heman bersivê bidin. Li Kobanê berxwedanê kok berda. Belav bû. Serokomarê AKP’ê Tayyip Erdogan projeya Osmanî plan dike. Lê em destûr nadin ku ew vê planê têxin meriyetê. DAIŞ a duh li Kobanê têk çû îro nav û krasê xwe guhertiye. Lê bi ser nakeve. DAIŞ'a esil ku êrîşî wan kir Tirkiye bû. Berê DAIŞ kirin wekîlê xwe û êrîşî me kirin. Lê îro navê wê guhertin û bi navê SMO êrîş dikin. Tenê nav hatiye guhertin. Divê em gelê Kurd, Tirk û Ereb bi hevre ji van êrîşan re bêjin raweste."    MA / Nazim Daştan