Girtî hatin derbkirin, îdareyê got 'girtîgeh nû ye loma tiştên wiha çê dibin' 2020-01-24 09:14:12 ENQERE – Komîsyona Şaxa OHD'ê ya Enqereyê çû Girtîgeha Tîpa T a Afyonê û hevdîtin bi girtiyan re ê kir. Piştî hevdîtinan komîsyonê raporek amade kir û di rapora xwe de diyar kir ku heqaret li girtiyan hatiye kirin, gef li wan hatiye kirin û li wan dane. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê jî ji bo muameleyên xirab gotiye, "ji be rgirtîgeh nûye" wiha bûye.  Şaxa Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Enqereyê çû Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Afyonê û hevdîtin bi girtiyan re çê kir û piştî hevdîtinê raporek amade kir.    Rapora komîsyonê wiha ye:    “*Hema bêje li gişan nexweşînên kronîk peyda bûye û bêyî hincet sewqî Girtîgeha Afyonê hatine kirin ku şertên vê girtîgehê ji bo tenduristiya wan nebaş e.    *Girtiyên di 28'ê Kanûna 2019'an de sewqî vê girtîgehê hatine kirin li tevan lêgerîna tazî hatiye ferzkirin, girtiyên ev ferzkirin qebûl nekirine nêzî nîv saetî heqaret li wan hatiye kirin, ew avêtine nav feleqeyê, gef li wan hatine xwarin û li wan dane. Akîf Îpek, ji ber van pêkanînan jixweveçûye û ê Mehmet Alî Kaya jî tiliya wî şikiyaye.    *Piştî vê muameleya xirab girtiyan gilî kiriye lê belê daxwaznameyên wan esas nehatine girtin.    *Jimariya şipyakî li wan hatiye ferzkirin lê belê piştî îtrazan girtîgehê dev ji vê pêkanînê berdaye.    *Di dema sewqkirina nexweşxaneyê de muayeneya bi awayê kelemçekirî hatiye ferzkirin û di dema sewqkirinê de gelek amûrên wan nedane wan.    *Derbarê binpêkirinên kêfî yên girtîgehê gelek name, faks û daxwazname ji Wezareta Dadê û saziyên din re şandine, lê belê nizanin aqbûtea name, faks û daxwaznameyên wan çi ye.    *Ji ber girtîgehek nû ye di warê germkirinê de jî pirsgirêk hene û pirnaiya pêdiviyên wan li kantînê tunene".    Her wiha endamên komîsyonê derbarê van pêkanînan de hevdîtin bi rêvebiriya girtîgehê r eçê kirine lê belê girtîgehê wekî hincet dotiye "ji ber ku girtîgeh nû yeproblemên wiha çê dibin, lê wê di pêşerojê de bên helkirin".