ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-24 09:00:02 * Emdama MYK’a DBP’ê Hatîce Kiye û aktîvîsta TJA’yê Gulcan Kaçmaz, xebatên xwe yên derbarê yekitiya neteweyî ya kurd de û Komxebata Yekitiya Neteweyî ya li Amedê hat lidarxistin nirxandin û gotin: “Jinên kurd wê di xebatê de rolê pêşengtiyê bigirin ser milê xwe.” * Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Orûç, ji ber ku tev li daxuyaniyeke çapemeniyê bûbû hatibû binçavkirin û wî ji peywirê kiribûn. Her çend di dozê de beraat kir jî lê wezaretê ew îxrac kiribû. Lê belê piştî Dadgeha Îdareyê biryara îxracê betal kir, peywira Orûç lê hat vegerandin.    * Li Çarşiya Tûrîstîkê, ji ber bizavdariya di kûra dowîzî de, gelek esnaf bêyî serfetih berê xwe didin malê. Her wiha heta niha gelek esnafan jî dikanên xwe girtiye.    * Hevserokê MED-DER'ê Mehmet Esen, têkildarî Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku zarok pêşeroja civakê ne û got: "Dema zarokek bi zimanê dayika xwe perwerdê nebîne û wî zimanî di nava civakê de nejî ew zarok weke xwarineke bêtem, bêxwê û nîvcomayî dimîne. Ew zarok kesayetiya xwe temam nake."   * Midûriyeta Emniyetê ya Silopiyayê, li kesên tev li mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê bûbûn cezayê pereyî birîbû. Lê belê Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Silopiyayê ji bo cezayê navbirî got, "dijî hiqûqê ye".    * Li Mêrdînê, zilamê bi navê Mehmet Salîh Kirmizigul ku Şehrîban Çatê kuştibû, kuştina Çatê înkar kiribû û gotibû "ji mêrdevanê ketiye". Malbata Çatê jî bertek nîşan da û got: "Nexwe ji dêvla ku bibirana nexweşxaneyê çima ew xistiye bin qenepeyê?"   * Şêniyên gundê Cemê Isman ku havînan ji ber qedexeyan nikarin biçin zozan û mêrgan û giha bidirûnin, niha tona kayê bi hezar û 500 TL'yş, qevdek giha bi 7 TL'yan difiroşe. Şêniyên êdî nikarin sewalvaniyê bikin, ketina etra zivistanê ku dê çawa derbas bibe.    * Komîsyona Şaxa OHD'ê ya Enqereyê çû Girtîgeha Tîpa T a Afyonê û hevdîtin bi girtiyan re ê kir. Piştî hevdîtinan komîsyonê raporek amade kir û di rapora xwe de diyar kir ku heqaret li girtiyan hatiye kirin, gef li wan hatiye kirin û li wan dane. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku rêveberiya girtîgehê jî ji bo muameleyên xirab gotiye, "ji be rgirtîgeh nûye" wiha bûye.    * Di ser windabûna Serokê HADEP'a Silopiyayê Serdar Taniş û Rêveberê Navçeyê Ebûbekîr Denîz re 19 sal derbas bûn. Parêzerên her duyan careke din serî li DMME'yê dan.    * HDP dê 3'yemîn Konferansa xwe ya Mezin li Otela Hîlton a Enqereyê bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li dar bixe. (10.00)   * Danişîna duyemîn a doza Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê yê berê Osman Akin ku bi angaşta "propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê bê dîtin. (09.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê rapora binpêkirina mafan a têkildarî Girtîgeha Jimara 1'an û 2'an û Girtîgeha Jinan ên Xarpêtê ku amade kir dê li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (12.00)   * Baroya Amedê ji bo kujerên Tahîr Elçî bên dîtin dê di hefteya 212'emîn de li ber Dadgeha Amedê daxuyanî bide çapmeniyê. (13.30)   * Danişîna hin kesên ji doza Nisêbînê tên darizandin dê bê dîtin. (10.00-17.00)