Derbarê peyva 'Kurdistanê' doz venekirin 2020-01-23 16:34:50   ŞIRNEX - Derbarê Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Guler Tunç de, ji ber ku di broşûrên berî tûrnûvaya futbolê belav kirin de peyva “Kurdistanê” hebû, lêpirsîn hatibû vekirin û di dawiya lêpirsînê de biryar hat dayîn ku doz neyê vekirin.    Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Cizîrê, di meha Tîrmehê ya sala 2019'an de bi şîara "Ne girêdayîbe, azad be" tûrnûvaya fûtbolê pêk anî û li ser broşurên belav kiribû peyva "Kurdistan" û "Ciwan bi rihê 68'an xwe birêxistin dikin" hebûn. Hevseroka HDP'ê ya  Cizîrê Guler Tûnç berî tûrnûvayê ev belavok belav kiribûn û derbarê wê de ji ber peyva "Kurdistanê" lêpirsîn hatibû vekirin. Dozgerê ku lêpirsîn bi rêve dibir, biryar da ku dozê veneke.     Serdoz piştî lêkolînê diyar kir ku peyva “Kurdistanê” berê ji aliyê 16’emîn Daîreya Cezayê Giran ve di çarçoveya azadiya ramanê de hatiye nirxandin û derbarê lêpirsînê de biryara ne şopandinê hatiye dayîn.