Danişîna doza darizandina HDP’iyên li Cizîrê hat dîtin 2020-01-23 14:35:35 ŞIRNEX - Yekemîn danişîna doza derbarê 11 kesên Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ji peywirê hat girtin jî heyî de, bi îdîaya “beşdarî civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê derketin” hatibû vekirin, hat dîtin.   Yekemîn danişîna doza derbarê 11 kesên Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig, Hevseroka HDP’ê ya Navçeyê Guler Tunç, endamên Meclîsa HDP’ê Zelal Yerlîkaya û Nûrettîn Tûrgût heyîn de, bi hinceta li dijî tayînkirina qeyûm di 22’yê Tebaxa 2019’an de li navçeya Cizîr a Şirnexê çalakiya deng derxistin pêk anîn de hat vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat dîtin. Ji kesên bi îdîaya “beşdarbûna civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê derketin” tên dariznadin tenê Raraman Dalmiş beşdarî danişînê nebû. Danişînê bi danasîna nasnameyan dest pê kir.   ZIRIG: ÇALAKIYA ME NE ÇÛ BÛ    Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig ê ji peywirê hatibû girtin, derbarê sûcdariyan de parastin kir û wiha got: “Çalakiya me ne çû bû û ne li dijî hiqûqê bû. Bi van sûcdariyan dixwazin partiya me û me neqanûnî bikin. Vê yekê dikin semda ku em ji peywirê bên girtin û xebatên xwe yên siyasî bi rêve nebin. Ger dadgeh me sûcdar bibîne jî, ev biryar wê siyasî be. Em çarek din tayînkirina qeyûman şermezer dikin. Ya rast ev sûc e.”   Kesên din jî parastina xwe kirin, sûçên li ser xwe qebûl nekirin û beraeta xwe daxwaz kirin.    PARÊZERAN: PÊWÎSTÎ BI PARASTINÊ JÎ, TUNEYE   Parêzeran jî bal kişandin ser parastinên muwekîlên xwe û daxwaza beraeta muwekîlên xwe kirin. Dadgehê piştî parastinên hatin kirin, biryar da ku kêmasiyên di dosyeyê de bên temam kirin, Ramazan Dalmiş bi zorê bînin dadgehê û danişîn taloqî 9’ê Nîsanê kir.