Danişîna doza Akdemir taloq kirin 2020-01-23 14:26:06 STENBOL - Danişîna doza Mamosteyê Komeleya Lêkonînên Kurdî Aytekin Akdemîr, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Heyetê doz taoq kir.  Danişîna doza Mamosteyê Komeleya Lêkonînên Kurdî Aytekin Akdemîr ê der barê wî de bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" doz hat vekirin, li 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayana Stenbolê pêk hat. Di danişînê de Akdemir û parêzerê xwe Serhat Çakmak amade bûn. Akdemir, parastin kir û sucdariyên der barê xwe de red kir û beraet xwest. heyetê jî piştî guhdariyê danişîna dozê taloqî 7'ê Nîsanê kir.