Siyasetmedarê kurd li Bulgaristanê hat binçavkirin. 2020-01-23 14:23:24 NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Selahattîn Urun ku ji ber dozên li hemberî xwe neçar ma biçe derveyî welat, li Bulgaristanê hat binçavkirin.    Siyasetmedarê kurd Selahattîn Urun ku ji ber dozên li hemberî xwe neçar ma bi rêyên qaçax biçe derveyî welat, li Bulgaristanê hat binçavkirin. Serlêdana Urun a penaberiyê ji aliyê Bulgaristanê ve nehat qebûlkirin û hat diyarkirin ku wê wî li Tirkiyeyê vegerînin. Urun xwe gihand malbata xwe û banga piştevaniyê kir.    Urun, di Hilbijartinên Herêmî ya 31'ê Adarê de li navçeya Qilebanê ya Şirnexê ji bo hevşaredariyê bûbû bernamzetê HDP'ê.