Di doza KURDSÎAD’ê de biryara girtinê 2020-01-23 12:17:54   AMED - Dadgeha Cezayê Aslî ya Amedê, derbarê Huseyîn Bardakçi yê tevli danişîna doza KURDSÎAD’ê nebû de, biryara girtinê da.    Komeleya Pîşesazî û Karsazên Mêr a Kurdistanê (KURDSÎAD) di sala 2014’an de ji bo avakirina komeleya xwe daxwazname dabûn Maseya Komeleyan a Walîtiya Amedê. Lê walîtiyê bi hineta peyva “Kürdistanê” ya di nav û rêznameya komelê de cih digirt, li dijî qanûna bingehîn dît û vekirina komeleyê qebûl nekir. Dûre derbarê 8 endamên Lijneya Rêveber ên avakerên KURDSÎAD’ê Abdulbakî Karadenîz, Alaaddîn Tan, Burhan Turgut, Çelebî Rojda Kahraman, Gunay Uyar, Huseyin Bardakçi, Merthan Anîk û Mehmet Akyil de doz hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Amedê hat dîtin.    Kesên derbarê wan de doz hatibû vekirin beşdarî danişînê nebûn. Tenê parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    Dadgehê, derbarê Huseyîn Bardakçi yê beşdarî danişînê nebû de biryara girtinê da û danişîn taloq kir.