Ozsokmenler: Ji pêşketina demokrasiya herêmî tirsiyan 2017-12-12 12:20:42 AMED - Alîkara Hevserokên Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler, pêvajoya salekê ya tayînkirina qeyûman ên şeredariyên herêmê nirxand û wiha got: “Hikûmet ji pêşketina demokrasiya herêmî û pergala rêveyên xweser ên gel bi vîna xwe danî holê tirsiya.”  Wezareta Karê Hûndir, heya roja îro 93 jê DBP’î bi giştî 106 hevserokên şaredariyan ji kar avêtin û salek ser tayînkirina qeyûman re derbas bûn.  Alîkara Hevserokên Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler, tayînkirina qeyûman nirxandid û wiha axivî: “Hikûmet ji pergala reveyên xeser ên gel bi vîna xwe danî holê tirsiya.”   ‘DERKET HOLÊ JI NAVENDÊ NAYÊ BIRÊVEBIRIN’   Ozsokmenler, diyar kir ku wê bi xwe jî serdemekê serokatiya Şaredariya Rezanê kir û wiha got: “Şaredariyên DBP’ê bi rêya rêveberiyên herêmî madela civakeke ekolojîk, azadiya jinê û demokratîk avakir. Divê çarçoveyê de taybetmendiya herêmî xwest gav bi gav bixe pratîkê. Piştî gel bi vê re xwedî li vîna xwe derket, derket holê ku demokrasî li herêmê pêş dikeve û welat ji navendekê tenê nayê birêve birin. Lê hikûmetê li dijî vê yekê tim diziyekê geriya ku bixe stûyê DBP’ê.”    ‘DEST DANÎN SER ŞAREDARIYAN’   Ozsokmenler, anî ziman ku li herêmê bi îlankirina rêveberiyên xweser re helwesta hikûmetê goherî û wiha domand: “Hikûmet ji demokrasiya herêmê tirsiya û li hemberî xwe mîna gef dît. Êdî eşqa azadiya welat a herêmî welat hemû dorpêç kiribû û ber bi welatekê demokratîk ve gav dihatin avêtin. Piştî mînakên polîtîkbûyîna gel û xwe birêvebirinê, hikûmetê dest bi êrîşan kir. Bi vê re tevgera desteserkirina desthilatdariyê ya bi tank, leşker û polîsên destpêkir û hemû şaredariyên herêmê ji gel dizîn.”   ‘XWESTIN BERXWEDÎNÊ BITEPISÎN IN’   Ozsokmenler, da zanîn ku paradîgmayan danîn holê di teoriye de teman û wiha domand: “Êdî paradîkmaya me jiyanî bibû. Veguherandin jin, ciwan û rêveberiyan derketibû holê. Êdî ciwanan ne dixwestin kes wan bi rêve bibin. Bi vê eşqa azadiyê re şewitîn û di oxira  wê de  têkoşiyan û liberxwe dan.  Berxwedana azadiya ciwanan mîna Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Sîlopî û li gel qadan hêdî hêdî welat dorpêç dikir. Ji ber vê bi awayeke herî xwînrij xwestin bi tepisîn in.”   ‘SEROKÊN ŞAREDARIYAN ÊN KOLE DIXWAZIN’   Ozsokmenler, destnîşan kir ku paradîkaya şaredariyên DBP’ê êdî şaredariyên ravayê Tirkiyeyê jî pejirandibûn û wiha pê de çû: “Êdî ji bo Stenbolê jî gotibûn ji navendê nayên birêve birin. Wezîrê Karê Hûndir bi xwe jî gotibû ‘Êdî ji navendê nayê birêve birin. Divê erkên şaredariyê bên zêdekirin.’ Li niha ew koleyên fermanên Serokê Giştî yên AKP’ê dixwazin ku şaredariyan bi rêve bibin. Hevşaredarên bi vîna gel derketin holê û dixwazin bersiv bidin daxwazên gel naxwazin.”    ‘DÊ GEL XWEDÎ DAXWAZÊN XWE DERBIKEVIN’   Ozsokmenler di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Beriya me hemû şaredarî kavil bûn. Niha dixwazî hemû tiştî berhewa bikin. Lê em tu carî têk naçin. Em ê birînên xwe bipêçin, êşên xwe derman bikini û cardin jiyana azad avabikin. Dê rojên pêşiya me bidin nîşandan ku gel dê xwedî daxwazên xwe, ciwan, şaredarî û jiyana xwe ya azad derbikevin.”