Piştî Akîtê Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, doz lê hat vekirin 2020-01-23 11:55:32 ENQERE - Piştî rojnameya Akît, Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef, doz lê hat vekirin. 2'emîn danişîna doza Kirkaya li Enqereyê hat dîtin. Kirkaya, parastin kir û diyar kir ku piştî Rojnameya Akitê ew kir hedef, doz lê hatiye vekirin.    Piştî rojnameya Akît, Rojnameger Kenan Kirkaya kir hedef û îdîa kir ku propaganda kiriye, doz lê hat vekirin. 2'emîn danişîna doza Rojnameger Kenan Kirkaya ya bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger Kenan Kirkaya û Prz. Nuray Ozdogan li salonê amade bûn. Rojnameger Huseyin Aykol jî danişîn şopand. Ewil nasname hatin tespîtkirin û piştre danişînê dest pê kir. Kirkaya, îfadeyên xwe yên berê dubare kir û parast ku parvekirin ne aydî wî ne û wiha got: "Dema ez girtî bûm hesabê min ê Facebookê hatibû hackkirin. Dema ez girtî bûm li ser hesabê min agahî hatin parvekirin."    Kirkaya anî ziman ku di sala 2018'an de di çarçoveya lêpirsînê de polîsan bi ser mala wan de girt û wiha got: "Ez di serdegirtinê de hatim binçavkirin. Piştî rojnameya Akîtê ez kirim hedef nivîsa min a Rojnameya Yenî Yaşam kirin hincet û doz li min vekirin. Ev ne tesaduf e. Bi salan e ez rojnamegeriyê dikim. "   Kirkaya, da zanînku tiştên wî parvekirine, nûçe nin û wiha got: "Ez karê rojnamegeriyê dikim. Ez beraeta xwe dixwazim."    Parêzer Nuray Ozdogan jî anî ziman ku tişta hatiye parvekirin aydî salên 2014, 2015, 2017’an e û wiha got: "Polîs dikarin bi rehetî xwe bigînin muwekilê min. Lê li şûna bang wî bikin bi ser mala wî de digirin. Bê hiqûqî kirine. Agahiyê rast nehatiye lêkolînkirin. Ez beraeta muwekîlê xwe dixwazim."    Prz. Ozdogan, piştî daxwaza dozger xwest dem bê dayîn. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzer qebûl kir û biryar da ku doz taloq bibe. Heyetê doz taloqî 5'ê Adarê kir.