Hevserokê HDP'ê yê berê hat girtin 2017-12-12 12:19:56 SAKARYA - Dadgeha Îstînafê ya Stenbolê cezayê Hevserokê HDP'a Sakaryayê yê berê Mehmet Bayram erê kir û şandin girtîgehê. Dadgeha Îstînafê ya Stenbolê 3 sal û 9 meh ceza li Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Sakaryayê yê berê Mehmet Bayram birîbû. Cezayê Bayram hat erêkirin û ew şandin girtîgehê. Serdozgerê Komarê yê Sakaryayê îdia kir ku Bayram li ser medyaya civakî "Propagandaya rêxistinê" kiriye, di çarçoveya lêpirsînê de di 8'ê Adarê de hatibû binçavkirin. Bayram piştî 2 mehan di girtîgehê de ma tahliye bûbû. 3 sal û 9 meh cezayê li Bayram hat birîn, ji hêla Dadgeha Îstînafê ya Stenbolê ve hat erêkirin û Bayram şandin Girtîgeha Tîpa L a Sakaryayê.   Parêzera Bayram Handan Durdu, aşkera kir ku dadgeha îstînafê beyî ku ceza teblîx bike, der barê Bayram de biryara girtinê derxistiye. Durdu, piştrast kir ku piştî biryar hat girtin, Bayram li Adapazarê hatiye binçavkirin û şandine girtîgehê.