Buroya Hiqûqê ya Esrînê ji bo tecrîdê serî li AYM'ê da 2020-01-23 10:21:10 STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Esrînê, ji bo qedexeya hevdîtina malbatan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din re serî li AYM'ê da.    Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Esrînê, têkildarî qedexeya hevdîtina malbatan a bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Aktaş re ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tipa F a Îmraliyê girtî dimînin, ji ber birîna cezayê dîsiplînê, di 17'ê Çileyê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Parêzeran, diyar kir ku mafê darizandina adîlane yê muwekîlê wan hatiye binpêkirin û daxwaz kirin ku mafên ku hatiye binpekirin bên tespîtkirin.    BI HEMAN HINCETÎ CEZA BIRÎNE   Di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku hêmana bingehîn a darizandina adîlane xwe gihandina dadgehê hatiye astengkirin û ev tişit hatiye gotin: "Di nav 15 mehan de bi awayekî sîstematîk her carê 3 mehan cezayê dîsiplînê weke qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Bi dawîbûna dema ceza re careke din ceza hatiye birîn. Di nav 15 mehan de 5 car ceza hatiye birîn. Daxwaza xwegihandina parêzeran a van dosyayan hatiye redkirin û derveyî darizandina dîsiplînê hatiye hiştin. Her pênç ceza jî bi heman hincetî hatine birîn û heman danekirin hatine pêkanîn. "   Dîsa di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku astengkirina xwegihandina parêzeran a dosyayan "nehiqûqî ye" û mafê girtina piştgiriya hiqûqî ji holê hatiye rakirin.    MA / Ferhat Çelik