‘Ji bo Koma Yorûmê ji destê kê çi tê divê bike' 2020-01-23 09:12:44 STENBOL - Nûriye Gulmen ku ji ber bi KHK'ê ji kar hatibû derxistin û ji bo vegere ser karê xwe 324 rojan di greva birçîbûnê de mabû, ji bo endamên Koma Yorûmê ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê gazî kir û got, berî bi derengî bikeve tev bigerin.    Endamên Koma Yorûmê, ji bo bên berdan, ji bo biryara girtinê ya li ser wan bê betalkirin û ji bo qedexekirina konseran bê betalkirin 218 roj in di greva birçîbûnê de ne. Endamê komê Îbrahîm Gokçek li Girtîgeha Jimare 9 a Sîlîvriyê, piştî roja 199'an a greva birçîbûnê dest bi rojiya mirinê kir û niha çalakiya wî di roja 219'an de ye. Endama komê Helîn Bolek jî di roja 213'an a greva birçîbûnê de dest bi rojiya mirinê kir û niha çalakiya wê di roja 216'an de ye.    Nûriye Gulmen ku ji ber bi KHK'ê ji kar hatibû derxistin û ji bo vegere ser karê xwe 324 rojan di greva birçîbûnê de mabû, ji bo endamên Koma Yorûmê ku çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê gazî kir û got, berî bi derengî bikeve tev bigerin.    Gulmen, anî ziman ku çalakiyên greva birçîbûnê yên domdirêj di warê tenduristiyê de dibin sedema pirsgirêkên mayînde. Gulmen, bibîr xist ku zêyî 200 rojî di girtîgehê de maye û got: "Nayê bîra min kîjan roj çi qewimiye. Lê piştî roja 200'î êşên giran dest pê dikin. Ji ber vîtamîn û mîneralên cur bi cur nayên xwarin, rehik kêm digirin û ev jî dibe sedema texrîbeke mezin."    Gulmen, anî ziman ku girêdan û têiliya bi gel re berxwedêran motîve dike û got, demara berxwedanê jî têkilî û girêdana bi gel ve ye û got: "Berxwedêr bi saya vê girêdanê li ser piya ye. Gava laş birçî be jî, lê gelek tişt hene ku ruh û fikrê mirov têr dikin. Yek ji vana jî huner e. Yanî laşê birçîbûyî bi helbest, metnên wêjeyî û helbet bi metnên polîtîk tê têrkirin".    'BERÎ BI DERENGÎ BIKE...'   Gulmen, destnîşan kir ku zext û zoriyên li ser Koma Yorûmê tên kirin, di asasê xwe de li ser tevahiya hunerê tên kirin. Gulmen, bibrî xist ku endamên komê greva birçîbûnê veguherandine rojiya mirinê û got: "Divê em ji her wextî bêtir bang bikin. Divê em berpirsiyariya xwe hîn bêtir bi cih bînin. Hunermendên dixwazin bi awayekî azad hunera xwe îcra bikin, divê bi berpirsiyarî tev bigerin. Her kes dikare hint itşan bike. Daxwazên endamên Koma Yorûmê ne daxwazine wisa zor in. Lê ji destê kê çi tê divê bike. Niha di pêvajoyeke krîtîkd e ne. Loma divê em bi lez û bez tev bigerin. Bang li her kesî dikim ku di vî warî de tev bigere û tiştina bike".