Beton rijandin ser dîrokê, wezaretê got: Rapor tunene 2020-01-23 09:12:13 MÊRDÎN – Li navçeya Artûklûyê li devera ku dêrên suryaniyan û gorên xirîstiyan û misilmanan hebûn, dest bi çêkirina otoparkekê hatibû kirin. Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk, derbarê vê yekê de pêşniyazpirsek dabû ber Wezîrê Çand û Turîzmê. Wezaretê, pêşniyazpirsa Çelîk bersivand û di bersiva xwe de got, ji ber ku herêma navbirî qada sîtê ye rapora pêzaniyê nehatiye xwestin û derbarê herêmê de tu raporên pêzaniyê jî tunene.  Şaredariya Bajêrê Mezin a Mêrdînê ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin xebata di bin navê "Projeya Sêwirandina Qada Cumhûriyetê" hatibû detspêkirin di 23'yê Sibata 209'an de rawestandibû. Şaredariyê parastibû ku bi hinceta dê îhale bê kirin hatiye rawestandin, lê belê ji ber li qadê bermayiyên gorên xiristiyan û misilmanan hene û Dêra Kapûçîn a Suryaniyan heye hatiye rawestandin. Lê belê di Cotmeha 2019'an de xebat dîsa hatibûn destpêkirin û çend meh berê li herêmê meton hatibû rojandin.    WEZARET: RAPORA PÊZANIYÊ NEHATIYE XWESTIN    Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Tûma Çelîk, têkildarî mijarê di 3'yê Mijdara 2019'an de pêşniyazpirsek dabû ber Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nûrî Ersoy. Ersoy, pêşniyazpirsa Çelîk berisvand û di berisva xwe de got, ji ber ku herêma navbirî qada sîtê ye rapora pêzaniyê nehatiye xwestin û derbarê herêmê de tu raporên pêzaniyê jî tunene.    Çelîk, ji bo bersiva wezaretê got, qada navbirî ji bo suryanî û ji bo gelên li Mêrdînê pir girîng e û qadeke çandî ye. Çelîk, destnîşan kir ku Qada Komarê qada sîtê ye û got, heta demek berê jî hatiye diyarkirin ku nirxeke çandî ye. Xebatên li herêmê bêdestûr û bêyî lêkolîn bên kirin hatine kirin û got, ev yek nayê qebûlkirin. Çelîk, gazî wezaretê kir ku peywira xw ebi cih bîne.    MA / Ahmet Kanbal