Midûrê qeyûm hêjî nehatiye girtin 2020-01-23 09:11:16 MÊRDÎN - Midûrê qeyûm polîs Ercan Ûysaler, ji ber ku li jinekê fuhûş ferz kiribû 11 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn, lê belê hîn jî Ûysaler nehatiye girtin.  Di 19'ê Tebaxa 2019'an de Wezareta Karên Navxweyî cardin Walî Mûstafa Yaman kiribû qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê. Yaman, di dema xwe ya qeyûmtiyê ya sala 2016'an de polîs Ercan Ûysaler danîbû ser Şîrketa Anonîm a Bajêr. Ûysaler jî li vira li jinekê bi darê zorê fuhûş ferz kiribû. Piştî hatibû aşkerekirin doz lê hatibû vekirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya Yekemîn jî 11 sal û 3 meh ceza li Ûysaler birîbû. Lê belê hîn jî Ûysaler nehatiye girtin. Di danişîna 9'ê Çileyê de heyeta dadgehê xwestibû Ûysaler bê zevtkirin.    Di ser biryarê re 15 roj derbas bûne lê hîn jî nehatiye girtin û hat hînbûn ku hîn jî ji bo pêkanîna peywirê belgeyek ji dadgehê re nehatiye şandin. Piştî bûyer aşkere bûbû Ûysaler ji Mêrdînê çûbû navçeya Osmancik a Çorûmê.    'EMNIYET BIXWAZE KARE WÎ ZEVT BIKE'    Platforma Jinê ya Şahmaranê ya Mêrdînê, gazî rayedaran kir ku biryara dadgehê pêk bînin. Platformê, destnîşan kir ku heger emniyet bixwaze dikare biryara dadgehê pêk bîne û got: "Lê em dibînin ku tiştene cidî nayên kirin. Sûcê vî kesî diyar e. Kî çi zane wê careke din jî heman tiştî neke. Ji bo zirarê nede hin kesên din û ji bo edalet pêk bê demildest divê biryara girtinê pêk bê".