Parlamenter Zeydan dê sibê derxin danişînê 2017-12-12 11:54:18 AMED – Li Parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan ê girtî 8 sal û mehek û 15 roj ceza hatibû birîn. Ceza hat xerakirin. Dê piştî vê xerakirinê ji nû ve bê darizandin û li bendê ye di danişîna sibê de ji bo Zeydan dadgeh biryara xwe bide.  Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan jî di operasyona li dijî wekîlên HDP’ê ya di 4’ê mijdara 2016’an de hatibû girtin. Doza der barê Zeydan de hatibû vekirin dê sibê danişîna wê l Amedê bê dîtin. Li bendê ye dadgeh der heqê Zeydan de biryarê bide. Doza Zeydan bi hinceta “ewlehiyê” ji Colemêrgê neqlî Amedê hat kirin. Danîşan doza Zeydan li 5’emîn Dadgeha Giran a Amedê dê sibê bê dîtin. Di danişîna ewil a dozê ku di 23’ê gulanê de li ser SEGBÎS’ê pêk hatibû Zeydan hemû sucdariyê der barê xwe de red kiribû.    Danişîna duyemîn a Zeydan di 14’ê tîrmehê de hat dîtin û heyeta dadgehê 8 sal mehek û 15 roj ceza lê birîbû û biryara domandina girtina wî dabû.    Bi boneya Zeydan sibê beşdarî dozê bibe du roj berê wî ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê lê girtiye anîn Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê. Li bendê ye ku Zeydan sibê beşdarî dozê bibe û bi berfirehî parastina xwe bike.