Ji bo girtiyên nexweş serî li Komîsyona Mafên Mirovan a meclîsê dan 2020-01-22 16:52:29   ENQERE - Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş Ramazan Kiran û Naîl Demîr, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a meclîsê da û got: "Hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Divê komîsyon ji bo girtiyên nexweş bi lez têkeve nava tevgerê."    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş Ramazan Kiran û Naîl Demîr, serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest mafê girtiyan biparêzin. Beştaş, xwest komîsyon bi lez heyetekê ava bike û bi hemû girtiyên nexweş re yek bi yek hevdîtin bikin û mafê wan biparêzin. Beştaş, anî ziman ku li girtîgehan nexweşî û pirsgirêk pir zêde ne. Bi taybetî divê ji bo girtiyên nexweş hin guhertin bêne kirin û wiha got: "Niha Hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 453 girtî rewşa wan giran e. Nexweşiya wan giran e.    Li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê Ramazan Kiran rewşa wî nebaş e. Di sala 2010'an de di mejiyê wî de kîst hatiye tespîtkirin. Divê mehê carekê biçe kontrolê.   LÊGERÎNA TAZÎ DIKIN   Beştaş, anî ziman ku yek nexweşê rewşa wî giran jî Naîl Demîr ê li Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 1 a Afyonê ye û wiha got: "Girtîgeha ku Naîl anînê ji ya berê pir pir xerabtir e.  Kesên li cem Naîl dimînin kal û pîr in. Nikarin pêdiviyên xwe pêşwazî bikin. Malbata Naîl pir dûr in. Nikare ji hemû mafê xwe yê ziyaretê sûdê biire. Girtî rastî lêgerîna tazî tên û zorê li wan dikin ku li ser piyan jimartinê bikin. Radyo u tv nadin wan an jî bi saetan didin temaşekirin. Girtiyên nexweş dernaxin revîrê. Dema bertek nîşanî vê yekê didin jî rastî lêdanê tên. Di mudaxaleyê de tiliyê destê girtî Mehmet Ali Dayan hatine şikandin. Girtî piyên wan hatine kişandin. Ji ber piyê wan nehatine dermankirin reş û şûn bûne.b Pirtûk û weşanên ku malbat û parêzer ji wan re dişînin nadin wan. Girtî rastî cezayê hucreyan tên."