Qeyûm Guzeloglû pirtûkên Hevşaredar Mizrakli desteser kir 2020-01-22 15:19:39   AMED - Pirtûkên ku piştî hilbijartina wî diyarî Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli hatibûn kirin, li gel ku ev 3 carên tên xwestin jî ji aliyê qeyûm Hasan Basrî Guzeloglû ve nayên dayîn.    Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin, dema ku hatibû hilbijartin û mezbata xwe girtibû, ji bo pîrozkirinê tenê pirtûk weke diyarî qebûl kiribû. Mizrakli, plan dikir ku bi nêzî hezar pirtûkên ku diyarî wî hatibûn kirin, li navçeya Sûrê pirtûkxaneyek veke.    QEYÛM BERSIV NADE   Piştî ku ji peywirê hat dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin Mizrakli, bi rêya şêwirmendên xwe daxwaz kiribû ku pirtûkên wî lê bên vegerandin. Li gel ku destpêkê ev daxwaza bi erênî hatibû bersivandin û ji bo şandinê navnîşan hatibû xwestin jî nehatibûn şandin. Piştî girtina Mizrakli, 2 carên din jî şewirmendên wî daxwaza pirtûkan kirin. Van her du daxwaz jî ji aliyê qeyûm ve nehatine bersivandin.