ÎHD’ê rapora girtîgehên Tarsûsê eşkere kir: Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike 2020-01-22 15:03:43   MÊRSÎN – Şaxa ÎHD’ê ya Mêrsînê rapora têkildarî binpêkirina mafan a Girtîgeha Tarsûsê eşkere kir Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr binpêkirina mafan rêz kir û got: “Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike.”    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê rapora binpêkirina mafan ên têkildarî Girtîgehên T1, T2, T3 û Girtîgeha Jinan ên li Kampûsa Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê bi raya giştî re parve kir. Rapora ÎHD’ê ji hevdîtinên li gel girtiyan kiriye, nameyên girtiyan şandine û serlêdanên xizmên girtiyan ku kirine pêk tê û li avahiya komeleyê civîn hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê Hakki Demîr raporê eşkere kir.    ‘MIROV JI MIROVATIYA XWE ŞERM DIKE’    Demîr ji bo rewşa li girtîgehên Tarûsê diqewime wiha got: “Mirov ji mirovatiya xwe şerm dike. Ji roja ku girtîgeh ava bûye heta niha binpêkirên mafan ên giran diqewime. Her tim gazinên van girtîgehan wek serlêdan ji me re tên. Em ê li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin. Ez bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikim ku li dijî vê rewşê hestiyar tevbigerin. Her roja ku diçe li welat hejmara girtîgehan zêde dibe û Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî. Her roj serlêdanên li dijî rewşa xerab û îşkenceyê ji bo komeleya me tên. Ev binpêkirina mafan jî dide nîşandan ku demokrasiya Tirkiyê di çi astê de ye.”    BANG LI KOMÎSYONA MECLÎSÊ KIR    Demîr binpêkirina mafan ên li girtîgehên Tarsûsê yek bi yek vegot û bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê kir û xwest li dijî vê yekê derkeve û serlêdanên girtiyan binirxîne.