Turk: Ji bo êrîşan belav bikin pêdivî bi yekîtiyek xurt heye 2020-01-22 10:34:56 AMED - Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, têkildarî xebatên yekîtiya neteweyû û êrîşên li ser Kurdan axivî û got: "Li dijî gelê Kurd êrîş hene û didomin. Ji bo Kurd van êrîşan belav bikin pêdivî bi yekîtiyek xurt heye."    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û 8 partiyên kurd, ji bo yekîtiya neteweyî 2 rojan li Amedê kom bûn û komxebatek li dar xistin. Zêdeyî 100 nûner û rêveberên partiyên siyasî û siyasetmedar amade bûn. Yek ji siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku dema Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê bû û qeyûm tayînî şûna wî kirin, têkildarî komxebatê axivî. Turk, diyar kir ku ji sala 2011'an heta niha xebatên yekîtiya neteweya Kurd berdewam dikin û wiha got: "Ji bo Kurdan êdî Kongreya Neteweyî û Yekîtiya Neteweyî nebe nabe ye. Wê demê jî me heman tişt got, niha jî em heman tiştî dibêjin. Di vê mijarê de xebatên me berdewam dikin. Kurdan di demên berê de êşên giran kişandin. Bi taybetî divê li Bakur siyasetmedarên Kurd divê bibin yek. Ev êdî mecbûrî ye. Di şertên heyî de pêdivî teqez ji yekîtiya neteweya Kurd heye. Pêdivî ji Kongreya Neteweyî heye. Ji niha û şûnde ger ku partiyên siyasî li dervê Kongreya Neteweyî gavan bavêjin dê zerarê bide wan. Êdî partiyên siyasî jî di vê baweriyê de ne. Ev pêşketinek girîng e.    'KURD NE KURDÊN BERÊ NE'   Turk, anî ziman ku gelek sedemên ku nahêlin Kurdên çar perçeyan bibin yek heye û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî geşedanên li Iraq, Rojava û Rojhilat destûr nadin çar perçe Kongreya Yekîtiya Neteweyî pêk bînin. Her dem li dijî destkeftiyên Kurdan êrîş hene. Ger ku êdî Kurd bi hev bawer nebin û li dora nirxên hevpar nebin yek, ev destkeftiyên wan dê têkevin talûkeyê. Îro kurd ne kurdên berê ne. Divê tişta kêm em temam bikin. Divê em tev li ser nirxên hevpar bibin yek. Bawerî û bîrdoziyên cuda hene. Lê nirx û destkeftiyên me hene. Divê em van destkeftiyan biparêzin û li dora wan bibin yek. Divê êdî gelê Kurd hev hembêz bikin. Divê em bi nerîna Kurdistanî li meseleyê binerin. Hemû kesên dibêjin 'Ez Kurd im û ji bo pêşeroja Kurdan têdikoşim' divê hev tehamul bikin û hembêz bikin." Turk, xwest her kes tirs û fikarên xwe dînin aliyekî û bi bawerî û wêrekiyê xwe tev li xebatan bikin.    DIVÊ EM DÎPLOMASIYE PÊŞ BIXIN    Turk, anî ziman ku îro destkeftiyên Kurdan di talûkeyê de ne û xwest Kurd dîplomasiya xwe pêş bixe û wiha bi dawî kir: "Tenê yekîtiya Kurdan têk nake. Divê kurd dîplomasiyê jî pêş bixin. Divê kurd bi dîplomasiya navneteweyî van destkeftiyan biparêzin. Divê xebatên girîng bikin. Wekî Mao jî gotiye 'emperyalizm, ne bilingê ji kaxizê ye.' Divê em vê yekê bibînin. Divê em hem di nava xwe de yek bin û hem em dîplomasiya navneteweyi pêş bixin."      MA / Mehmet Şah Oruç - Lezgin Akdeniz