Malbatên endamên Koma Yorûmê: Dengê zarokên me bibihîsin 2020-01-22 09:23:55 STENBOL – Malbatên endamên Koma Yorûmê, ji bo zarokên xwe gotin: "Zarokên me ji bo bi dehhezaran kesî konser çê kirin. Divê bi dehhezaran kes jî dengê zarokên me bibihîsin".  Endamên Koma Yorûmê, ji bo bên berdan, ji bo biryara girtinê ya li ser wan bê betalkirin û ji bo qedexekirina konseran bê betalkirin 218 roj in di greva birçîbûnê de ne. Endamê komê Îbrahîm Gokçek li Girtîgeha Jimare 9 a Sîlîvriyê, piştî roja 199'an a greva birçîbûnê dest bi rojiya mirinê kir û niha çalakiya wî di roja 218'an de ye. Endama komê Helîn Bolek jî di roja 213'an a greva birçîbûnê de dest bi rojiya mirinê kir û niha çalakiya wê di roja 213'an de ye.    Malbatên endamên komê ji bo zarokên wan bijîn gazî kirin.   ‘LI BER ÇAVÊN MIN DIHELE'    Endama komê Helîn Bolek, li malê çalakiya xwe ya rojiya mirinê didomîne. Dayika wê Aygul Bîlgî, anî ziman ku rewşa tenduristiya keça wê di asteke pir xetere de ye. Dayik Bîlgî, diyar kir ku keça wê li ber çavê wê dihele û got: "Ji ber ku keça min li ba min e, tim li cem wê me. Canê wê birînî bûye û ji ber vê diêşe. Ji ber vê êşê nikare rakeve. Ev jî dibe sedema bêhalî û westandinê. Pir zihîf bûye. Dilê wê dixele, serê wê diêşe, ji ronahiyê adiz dibe".    ‘DI NAV ÇAR DÎWARAN DE YE'    Bîlgî, ji bo endamê komê Îbrahîm Gokçek, got: "Qet nebe keça min li cem min e. Hezkiriyên wê ji bo moral bidinê çi ji destê wan tê dikin. Lê Gokçek di nav 4 dîwaran de ye û bi tena serê xwe ye".    GAZÎ KIR   Bîlgî, bang li her kesî kir û got: "Ez pir hez ji keça xwe dikim. Dixwazim dîsa bi wî dengê xwe yê xweş bistrê. Kesên dibên em mirov in, gazî wan dikim. Ji bo bijîn çi ji destê me bê divê em bikin. Miheqe her kes dikare tiştekî bike. Divê ev mirovên xweşik nemirin. Loma divê her kes tiştekî bike".    'BÛ HUNERMENDÊ GEL'    Bav Ahmet Gokçek jî ji bo kurê xwe Îbrahîm Gokçek got: "Ez pê serbilind im. Hunermendê gel e".    Bav Gokçek, diyar kir ku ji ber ku îdareya girtîgehê mehek cezayê hevdîtinê birîbû nikaribû biçe cem kurê xwe, lê belê piştî qedexe qediyaye hefteya borî çûye cem kurê xwe û got, li hundir muameleyên kêfî didomin. Bav Gokçek, anî ziman ku kurê wî gotiye: "bêriya wan rojên xweş kiriye û dixwaze dîsa konseran çê bike. Ev hêvî hêzê li hêza wî zêde dike".   Gokçek, destnîşan kir ku Koma Yorûmê ji bo bidehhezaran kesî konser çê kirine û gazî her kesî kir: "Em dixwazin he rkes bibe dengê zarokên me. Em dixwazin bi dehhezaran kes dengê zarokên me bibihîse. Ji destê kê çi tê bila bike".