Di 'civînên bêhiqûqî' de ji bo mizgefta qaçax erse tahsîs kirin 2020-01-22 09:22:43   MÊRDÎN – Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, derket holê ku gelek "Civînên Meclîsê" yên dijî qanûna jimare 5393 a şaredariyê hatine çêkirin. Di civînekê de erseya ku berê bi qaçaxî mizgeft lê hatibû çêkirin tahsîsî Miftîtiya Bajêr hat kirin.    Di 19'ê Tebaxa 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin. Piştî qeyûm hat tayînkirin nehiştin endamên Meclîsa Şaredariyên ên HDP'î têkevin hundirê şaredariyê. Lê belê ji roja ku qeyûm hatiye tayînkirin li ser navê kesên bijartî gelek "Civînên Meclîsê" çê kirine. Biryarên di van civînan de hatine girtin jî li ser malpera şaredariyê hatine weşandin.    Lê belê civînên hatine çêkirin dijî qanûna jimare 5393'yan a şaredariyê ne. Di vê qanûnê de tên gotin ku ji xeynî kesên bijartî kes nikare vê civînê çê bike.    Her wiha di van civînên navbirî de biryara guherandine îmara gelek taxan hatiye girtin. Di civîna dawî ya meha Çileyê de mijara civînê firotina mal û milkên şaredariyê bûye. Lê belê hîna biryarên di civînê de nehatine parvekirin.    Di civîna Îlona 2019'an de jî erseye ku berê bi qaçaxî mizgeft lê hatibû çêkirin tahsîsî Miftîtiya Bajêr hatiye kirin. Erse li Taxa Savrkapi ya Artûklûyê ye û 2 hezar û 128 metrekare ye.    Di sala 2016'an de gava qeyûm hatibû tayînkirin, li erseya navbirî bia wayekî qaçax dest bi çêkirina mizgeftekê hatibû kirin û piştî înşeata wê qediya bû miftîtiyê xwestibû tahsîsî wê bê kirin.