Bersûcê doza Kemal Kûrkût navê 2 polîsên gumanbar aşkere kir 2020-01-22 09:21:16   AMED - Polîsê bi navê Y.Ş., ku ji ber kuştina Kemal Kûrkût tê darizandin, got di bûyerê de tiliya polîsên TEM'ê heye, 2 polîsên di pozîyona kuştinê de bûn teşxîs kiriye û navê wan daye, lê belê derbarê wan de tiştek nehatiye kirin.    Li Amedê di Newroza 2017'an de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût hatibû kuştin. Polîsê bi navê Y.Ş., ku ji ber kuştina Kemal Kûrkût tê darizandin di parastina xwe de got, navê du polîsên TEM'ê yên tiliya wan di cinayetê de heye dane, lê belê nehatine vepirsîn.    Polîs Y.Ş., di 14'ê Çileyê di danişîna 8'an a li Dadgeha Cezayê Giran a 7'an a Amedê de, bi nivîskî parastina xwe da ber heyeta dadgehê.   Di rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) de wiha hatibû gotin: "Kûrkût, bi guleyeke ku li erdê ketiye û pengiziye miriye".    Y.Ş. jî di parastina xwe de derpêş kir ku rapora ATK'ê bêsûciya wî îspat dike û got, bi vî hawî îdianame pûç dibe. Y.Ş., di parastina xwe de diyar kir ku roja bûyerê bi dehan peywirdaran çek şoxulandiye û wê kêliyê 50-60 carî dengê çekan hatiye.    Y.Ş., di parastina xwe de anî ziman ku dibe ku fîşekên peywirdarên din jî li Kûrkût ketibin, lê belê ev yek tê piştguhkirin. Her wiha Y.Ş., diyar kir ku wê kêliyê polîsên li wî aliyê bariyeran jî çek şoxulandine û dibe ku a li Kûrkût ketiye fîşeka wan be jî.    'MIN DU NAV DAN, LÊ TIŞTEK NEHAT KIRIN'    Di rapora pêzaniyê ya TRT'ê de jî hatibû gotin ku her 3 kesên di dîmenan de, sekna wan sekneke ku fişekên wan îsabeti Kûrkût bikin. Yek ji van kesên ku rapora pêzaniyê behsa wna dike jî Y.Ş. ye.    Y.Ş., jî di parastina xwe de navê her du polîsên din aşkere kir û got, wî 2 polîsên di pozîyona kuştinê de bûn teşxîs kiriye û navê wan daye, lê belê derbarê wan de tiştek nehatiye kirin.