Parêzerê Devrîm Ayik: Di van şertan de jiyana wî di talûkê de ye 2020-01-22 09:19:59 ANTALYA - Rewşa tenduristiya Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar û nexweşiya CHRON pêre heyî, yê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne, her roja diçe rewşa wî xerab dibe. Parêzerê Ayik Ramazan Gokalp, diyar kir ku jiyana Ayik di talûkê de ye û got, divê demildest bê berdan.  Li gorî rapora Komîsyona Girtîgehan a Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a sala 2019’an, 458 jê giran hezar û 334 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdare û nexweşiya CHRON pêre heyî yê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne ye.    'BI SENDELYEYA TEKER TÊ HEVDÎTINÊ’   Ayik bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna doza Ayik di 8’ê Çile de li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalaya hat dîtin. Ligel ku rewşa tenduristiya Ayik girane jî, nehat berdan. Di sala 2012’an de ji bo Ayik teşhîsa nexweşiya CHRON (Jehrîbûna rûviyan) hat danîn. Ayik ji ber vê nexweşiya xwe du caran emeliyat bû û nêzî metreyekê rûviyê jê kirin. Parêzerê Ayik Ramazan Gokalp, di 19’ê Çile de çû girtîgehê û hevdîtin bi Ayik re kir. Gokalp, diyar kir ku her roja diçe rewşa tenduristiya  Ayik xerabtir dibe û wiha axivî: “Ayik bi sendelyeya teker hat hevdîtin.”    'REWŞA TENDURISTIYA WÊ QET NEBAŞE’   Gokalp, da zanîn ku Ayik bi awayekê pir cîdî dikuxe û wiha got: “Ev du heftene xwîn ji difin û destmêja wî ya mezin tê. Hevalên Ayik ên di girtîgehê de pêdiviyên wî yên bingehîn bi cih tînin. Rewşa tenduristiya wî qet nebaşe. Nikare li ser piyan bimîne. Xwîna wî pir kêm bûye. Dest û rûyê wî spî bûne. Divê xwînê bidin wî. Herî dawî di 17’ê Çile de rewşa wî xerab dibe û li ser israra hevalên wî yên qawîşê dibin nexweşxanê. Bêyî ku bê dermankirin dîsan paşve dişînin girtîgehê. Ji 18’ê Çileyê ve jî dilê wî tengav dibe. Di roviyên wî de êşên pir dijwar hene. Pirsgirêka nebihîstina guhê wî zêde bûye.”     'BERSAVA SERLÊDANAN NADIN’   Gokalp, bal kişand ser nexweşiya Ayik û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Nexweşiya Ayik pir kêm tê dîtin. Mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin. Ji bo dermankirina wî derfetên girtîgehê kêmin. Di nava heftiyê de, du caran derziya HUMÎRA li Ayik didin. Ji bo ku pençeşêr li canê wî belav nebe vê derziyê li wî didin.  Em derbarê rewşa wî de serî li Wezareta Dadê, dozgerê girtîgehê û hemû saziyên pêwendîdar da. Lê bi tu awayî bersiv nedan me. Di van şer û mercan de talûkaya jiyana Devrîm Ayik pir zêde ye. Divê hemû saziyên mafên mirovan û Komîsyona Mafê Mirovan a TBMM’ê bi awayekê hestiyar tevbigerin. Lazime ku Ayik bê berdan.”   MA / Hamdullah Kesen