‘Li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî divê kurd bibin yek' 2020-01-22 09:18:42   AMED - Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kirin ku li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî lazim e nesekinin û kurda bigihîn hev. Beşdaran da zanîn ku heke zimanê civakekê neveguhêze  zarokan, wê demê de ew ziman bimire.   Zimanzan Bahoz Baran û Akademîsyen Cuma Çîçek Tora Ziman û Çanda Kurdî nirxandin. Zimanzan Bahoz Baran diyar kir ku çand û zimanekî wan yê qedîm heye û wiha got: “Mixabin pişaftinek li dijî vî çand û zimanî heye. Lazim e ku em dest vala nesekinin û em kurda bigihînin hev. Li vir xala ku kurda bigihîne hev zimane. Kîjan hêl dibe kîjan alî dibe bila bibe, çi fikrên siyasî yên cuda bibin bila bibin em dikarin di bin ala zimanê xwe de bên cem hev. Di bin vê alê de em dikarin ji bo vî miletî ji bo vî zimanî çi bikin. Herkes wê ji hêla xwe ve dê rewşa Bakûrî binirxînin. Li vir çi tê kirin çi dibe em çima dihelin, ev pişaftin çi ye ev çiye hatiye serê me? Em ê tim wisa bisekinin an jî em ê bernameyeke xebatekê derxin û li hemberî pişaftinê têbikoşin? Em ê çi bikin. Bêtir em ê ser vê pirsê bisekinin. Me çi kiriye em ê li wê jî binêrin. Kemanî û xetayên me çi ne? Em ê siberojê çi bikin? Em dixwazin karê zimanî karê çandî û li dijî pişaftinê kurd bibin yek û li gorî bernameyekê li gorî xebatekê plansaziyekê xebata xwe bi hevre bikin. Armanca vê torê ev e.”   ‘DERDÊ ME PIŞAFTINE’   Baran, bal kişan ser pişaftina li ser ziman û wiha berdewam kir: “Bi giştî derdê me pişaftine. Ji ber ku wexta em bala xwe didin kurdan êdî ne weke berê ne. Ji gundê xwe derketine hatine ketine bajaran. Li bajaran jî ziman û çanda kurdî tune ye. Ê wê çaxê kurd li bajaran çi dikin. Em mecbûrin vê pirsê ji xwe bikin. Heke me pirsa rast ji xwe kir wê demê em ê bersiva rast jî bibînin. Li dinyayê kurd tenê nehatine bişaftin li welatên din jî milet hene hatine bişaftin. Gereke em li wan binêrin çi dikin. Tiştê ku ez dibînim kurd bela wela ne. Di vê meselê de lazim e modelên dinyayê binêrin. Di nava xwe de niqaş bikin. Tecrubeyên me jî hene. Em li ser tecrubeyan fikrên xwe dibêjin. Bi min pêşiya pêşiyê divê mirov rewşa xwe tehlîl bike û mirov bikare bernameyekê plansaziyekê ji xwe re amade bike.”   ‘TIŞTA KU ME DIGIHÎNE HEV ZIMAN E’   Baran, da zanîn ku kurd divê êdî bi hev bişêwirin û wiha domand: “Kurd divê êdî li hev bicivin û bibin yek. Kîjan mijar dibe bila bibe. Tiştê ku me digihîne hev yek jî ziman e. Îro ev helwesta zimanî kurd kirin yek. Lê wekî din jî dîrokeke me, êşeke me û xem û xeyalên me yên hevpar hene. Ji vir û şûn de divê em rexneyan li hevdû bikin. Heke em ziman û çanda xwe ji dest berdin. Tiştekî me yê ku em li vê dinyayê zêde bikin namîne. Em ê bibin hinekên din û em ê têk biçin ji ber wê jî ez dibêjim ne dereng e. Em dikarin ji bo yekitiya xwe bixebitin.”   ‘EM DIKARIN VAN CIVÎNAN LI HEMÛ BAJARÊN KURDAN BIKIN’   Akademîsyen Cuma Çîçek jî dest nîşan kir ku meseleya ziman kûr û dirêj e, niqaşkirina di nava du rojan de  zehmet e û wiha axivî: “Bi dehan sazî û dezgeh bi sedan kesayet hatine ba hev dikin ku ev ziman di bin pişaftinê de ye û xurt bikin. Bi ya min tiştek ji daxwazê bibe planek çend pirs hene ku mirov bersivê bide. Yek em ji bo çi dikin derdê me çiye? Em çi bikin? Em ê çawa bikin? Em ê bi çi bikin? Yanî aktor kî ne? Çavkanî çi ye? Çavkanî, pere, mekan lazim e. Ev dê ji ku bê? Em ê li ku bikin? Ne tenê Amêde Stenbol jî heye, dîaspora jî heye. Bajar, navçe û gund hene. Heta ku em bersiva van pirsa nedin. Niqaş û daxwaz wek niyeteke giştî dimîne. Divê ev du roj duv û dirêj were niqaş kirin û neqşeyeke dûv û dirêj were amade kirin. Heke em weke sazî û dezgehên kurdan di sala 2020’an de plansaziyeke giştî ji bo zîndekirin û xurtkirina kurdî bikar bînin. Dibe ku sala 2021’an de ji bo hemû saziyên kurdan planeke 10 salî eşkere bikin û bi her awayî em bikaribin bixebitin. Em dikarin van civînan li hemû bajarên kurdan de bikin. Divê ev komxebat gava yekem bê hesibandin. Ji bo plansaziyeke dûv û dirêj divê gelek caran em bên ba hev û bicivin.”   ‘LI BAKÛR Û DÎASPORAYÊ ZIMAN DI BIN XETEREYÊ DE YE’   Çîçek, anî ziman ku ji bo ziman xetere li Bakûr û Dîasporayê heye û wiha got: “Mesele li Başûr zimanê kurdî ne dibin xetereyê de ye. Rojava jî wisa ye. Zimanê rojane kurdî ye. Lê mixabin Bakûr çend bajarên biçûk derxînin giraniya Kurdistanê bi tirkî diaxivin. Ev derdeke û tirseke mezin e. Lî dîasporayê jî zimanê biyanî serdest e. Zarokên ku li wir tên dinê û mezin dibin gelek ji wan zimanê wê dewletê diaxivin. Ji zimanê xwe dûr dikevin. Sazî û dezgehên li Bakûr lazim e ji Başûr û Rojava sûdê bigirin, çavkaniyek bibînin.”    ‘BI PIŞAFTINÊ HÛN XWE BIÇÛK DIBÎNIN’   Çîçek, da zanîn ku derûniya malbatan a ‘bila zarokên me hînî tirkî bin’ encama pişaftinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pişaftin ne tenê meseleya ziman e ya pêşî hişmendiye. Hûn xwe biçûk dibînin. Çand, ziman û şexsê we dadixîne. Pişaftin dawiya dawî vê dike. Di nava civakê de hinek ev şikestiye. Bêtir li nasnameya xwe xwedî derdikevin. Malbat dibêjin heke zarokên me tirkî hîn nebin ew ê nikaribin enegreyî dewletê  û civakê bibin. Ew ê karê baş nebînin. Ew ê xwedî pere nebin. Tiştê ku ziman xurt dike qiymeta ziman e. Mînak çi ma em îngîlîzî hîn dibin? Ji ber ku dema hûn îngîlîzî hîn dibin xwe digihînin gelek derfêtan. Hûn xwe digihînin dewlet û mirovên din. Divê em bikin ku kurdî bibe zimanekî bi qiymet. Dema hûn kurdî bizanibin divê tiştek bikeve destê we. Ne tenê behsa madî dikim. Ez bi qîza xwe re kurdî diaxivim jê re dibêjim kurdî zanîna te ji bo te serbilindiyeke. Lê ev jî ternake. Divê mirov di qada aborî, ragihandinê de qiymeta ziman bilind bike. Dema saziyên kurdan hemû du zimanî be bêjin kesên kurdî nizanin nikarin li cem min bixebitin. Ez behsa qafeyan jî dikim. Mînak li Amedê hemû qafe bi du zimanî bin. Dema mevanek hat rûnişt divê garson bikare pêre bi kurdî biaxive. Divê ji bo karsazan ev bibe şertek. Tenê wek hêvî, daxwazek an dilsoziyek be wê têra neke.”   ‘PIŞTÎ 20 SALAN DIBE KU ZAROKÊN KURDÎ DIAXIVIN NEBÎNIN’   Çîçek, diyar kir ku veguhestina ziman ji bo zaroka ne û wiha berdewam kir: “Dema zimanê civakêke derbasî zarokan dibe li wir xetereyek tune ye. Tirsa mirina wî zimanî tune ye. Heke ziman derbasî zarokan nebe, zarok bi wî zimanî qise neke îhtimalek heye ku ew ziman bimre. Em li bajaran binêrin çend zarokên me sedî 70-80’ê diaxivin. Ez behsa nivîsandin û xwendinê nakim.  Heke axaftina zarokan ji dehan keti be duyan îhtîmalek heye 20 sal şunde em zarokên kurdî diaxivin nebînin. Ev tirseke cîdî ye. Divê em tirsa mirina kurdî bibînin.”   MA / Fahrettin Kiliç - Ayşe Surme