ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2020'AN 2020-01-22 09:00:10 * Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kirin ku li dijî pişaftina ziman û çanda kurdî lazim e nesikinin û kurda bigihîn hev. Beşdaran da zanîn ku heke zimanê civakekê neveguhêze  zarokan wê demê ew ziman dimire. * Rewşa tenduristiya Devrîm Ayik ê ji sedî 76 astengdar û nexweşiya CHRON pêre heyî, yê li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne, her roja diçe rewşa wî xerab dibe. Parêzerê Ayik Ramazan Gokalp, diyar kir ku jiyana Ayik di talûkê deye û got, divê demildest bê berdan.    * Waniyan, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişandin ser girîngiya têkoşîneke hevpar û gotin: "Ev şer sed salên din jî bidome, dîsa çareserî bi Ocalan pêkan e. Muxatab Ocalan e, çareserî li Îmraliyê ye".    * Polîsê bi navê Y.Ş., ku ji ber kuştina Kemal Kûrkût tê darizandin, got di bûyerê de tiliya polîsên TEM'ê heye, 2 polîsên di pozîyona kuştinê de bûn teşxîs kiriye û navê wan daye, lê belê derbarê wan de tiştek nehatiye kirin.    * Çaroxvan Mîkaîl Tekîn, ji bo pîşeya xwe ya 48 salan got: "Bi turîzmê re çîtikfiroşî ji nû ve hat vedîtin".    * Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, derket holê ku gelek "Civînên Meclîsê" yên dijî qanûna jimare 5393 a şaredariyê hatine çêkirin. Di civînekê de erseya ku berê bi qaçaxî mizgeft lê hatibû çêkirin tahsîsî Miftîtiya Bajêr hat kirin.    * Li Şaredariya Rezanê, di îhaleya "teçhîzatên buro û kargehan" de amûrên ku bi 227 hezar û 915 lîreyan tên kirîn bi 825 hezar û 410 lîreyan hatine kirin. Bi vî hawî şaredarî bi 597 hezar û 495 lîreyan hatiye xisirandin.    * Malbatên endamên Koma Yorûmê, ji bo zarokên xwe gotin: "Zarokên me ji bo bi deh hezaran kesî konser çêkirin. Divê bi deh hezaran kes jî dengê zarokên me bibihîsin".    * Malbata Kiliç ku li navçeya Rezan a Amedê dijî, bi alîkariyên cînarên xwe debara xwe dike. Dayik Layika Kiliç ku di xaniyekî yekodeyî de dimîne, anî ziman ku ji ber perê wê tunebûye arvan bikire 8 rojan miqarne xwarine.    * Danişîna 10 kesên tev li çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm bûn û doz li wan hat vekirin dê li 30'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya amedê bê dîtin. (09.30)   * Heyeta Şaxa ÎHD'ê û Nûnertiya TÎHV'ê yên Amedê dê rapora der barê operasyona eskerî ya di 16'ê Kanûna 2019'an de li çoltara Şemrex û Dêrika Mêrdînê hatin li dar xistin, li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Amedê aşkere bikin. (12.00)   * Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, bi armanca balê bikişîne ser binpêkirina mafan dê li avahiya TUAY-DER'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Federasyona Elewî Bektaşî û Komeleya Çanda Pîr Sultan, bi daxwaza welatibûna wekhev û azadiya baweriyê dê li Kadikoyê li pêş Operaya Sureyya daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)