Malbata Bozyil piştî 17 mehan cenazeyê kurê xwe defin kir 2020-01-21 22:39:01     AMED – Malbata Bozyil, cenazeyê kurê xwe Mustafa Bozyil ku di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 17 mehan wergirt û li navçeya Hênê defin kir.    Mustafa Bozyil (Armanc Taylan) ê HPG’yî li navçeya Mazgîrt a Dersîmê di 29’ê Îlona 2018’an de di operasyoneke eskerî de jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê 8 meh berê ji bo cenazeyê kurê xwe wergire, serî li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê dabû û ji bo testa DNA'yê xwîn dabû. Piştî encama testa DNA’yê diyar bû, malbat di 17'ê Çileyê de çû Meletiyê. Lê belê 4 roj şûnde cenaze wergirt û li navçeya Hênê ya Amedê defin kir.    Malbatê cenazeyê kurê xwe di bin dorpêça polîs û maşîneyên zirxî de saet di 21.00’an de li Goristana Taxa Dêrê ya navçeya Hênê bi tevlîbûna dehan kesan defin kir.   Her wiha roja encama DNA'yê diyar bûbû bapîrê malbata Bozyil jiyana xwe ji dest dabû û ji ber vê malbatê şîna kurê xwe û bapîrê xwe bi hev re danîbû û roja ku cenaze hat definkirin şîn jî bi dawî bû.