'Walî soz da lê nekir' 2017-12-12 10:52:27 WAN - Leşkeran avêtibû ser gundê Meletopûzê û avahiya malbata Candemîrê şewitandibû. Waliyê Wanê û Qeymeqamê Qelqeliyê soz dabûn malbatê ku ew ê zirara wan bidinn. 2 meh bi ser bûyerê hovane re derbas bûn, lê hêj jî sozê hatiye dayîn bi cih nehatiye.  Di 26'ê Cotmeha 2017'an de leşkeran avêtibû ser gundê Meletopuz yê navçeya Qelqeliya Wanê û avahiya Îsmaîl Candemîr şewitandibûn. Piştî bûyerê Waliyê Wanê û Qeymeqamê Qelqeliyê daxuyanî dabûn û soz dabûn malbatê ku ew ê zirara wan bidin. Lê rayedarên dewletê soza xwe bi cih neanîn.    2 MALBAT BI HEV RE DI 2 ODEYAN DE DIMÎNIN   Malbatê aşkera kir ku ew mehê 300 TL kirê didin û ji neêçarî tevî malbateke din dimînin. Halîme Candemîr da zanîn ku piştî leşkeran bombe avêtiye malê û şewatê dest pê kiriye, xwestiye agir vemirîne, lê leşkeran nehiştiye û ji ber wê ji ser hişê xwe çûye û wiha got: "Soz dabûn me lê sozên wan vala derketin."   ‘BI MALÊ RE BÎRANÎNÊN ME JÎ ŞEWITANDIN'   Candemîr diyar kir ku tiştên wê rojê qewimî ji bîra wê naçin û her dem xewnereşkan dibîne û wiha domand: "Min wê rojê krîza dil derbas kir. 6 rojan ez li nexweşxaneyê mam. Ez wê rojê ji bîr nakim. Gule û bombe di ser serê me re derbas dibûn. Ne kesek, artêşek anîn ser serê me. Mala me şewitandin. Em perîşan kirin. Nehiştin em kel û pelên xwe jî derxin. Hin diyariyên min ên ku bi salan bû min ew veşartibûn hebûn, ew jî şewitandin. Di wê malê de bîranînên me yên 100 salan hebûn. Bîranînên me jî şewitandin. Her tiştê me bi wê malê re şewitî."   ‘EZ BI ŞEV NIKARIM RAZÊM’   Candemîr anî ziman ku Waliyê Wanê û Qeymeqamê Qelqeliyê soza "Alîkariyê" dane wan, lê sozên xwe bi cih neanîne. Candemîr piştrast kir ku di ser bûyerê re 2 meh derbas bûn, sozên xwe pêk neanîne û ev tişt gotin: "Heta niha kesî alîkarî neda me. Rayedarên dewletê yên soz dan careke din nehatin gund jî. Hemû sozên wan derew in. Em çûn qereqolê, gotin ku 'em ê mala we çêkin.' Lê ne kes tê û ne diçe. Em niha di kirê de ne. Mehê 300 TL pereyê kirê didin. Rewşa me ya ku em bidin jî tune. Xwedê vê zilmê qebûl neke."   Îsmaîl Candemîr jî ku got "Ev bûyer dewletê anî serê me, mala me şewitand" piştrast kir ku her çi qas tu sûcê wan tune bû jî mala wan şewitandin.Candemîr xwest sozên ku ji bo wan dane, xwedî lê derkevin û ev tişt anîn ziman: "Yên heqaret li me kirin û mala me şewitand ew in. Bila wê demê bên mala me jî hilweşînin. Ez mehek berê dîsa çûm serdana Waliyê Wanê, gotin ku 'Çi qas zirar hebe, em ê bidin.' Divê soza ku dane bînin cih."