Dema dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê, krîza dil derbas kir û mir 2020-01-21 14:33:08 HATAY - Li navçeya Samandag a Hatayê, jina 70 salî Edîbe Ozçelîk a ku dît polîsan sîleh xistin serê zarokên wê kirîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Tekkebaşi ya navçeya Samandag a Hatayê, polîs û leşkeran di 16’yê Çile de, bi ser mala Malbata Ozçelik de girtin. Li gorî vegotinên ferdên malbatê, polîs û leşker ji bo ku ferdê malbatê U. Ozçelik ê 17 salî binçav bikin, bi ser malê de girtine û sîleh xistine serê endamên malbatê. Dayika 70 salî Edîbe Ozçelîk a ku dibîne polîsan sîlhe xistine serê zarokên wê, krîza dil derbas dibe. Ozçelîk, radikin nexweşxanê, ligel hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest dide.    Kurê Edîbe Ozçelîk a jiyana xwe ji dest dayî Ûfûk Ozçelîk, bûyer ji MA’yê re vegot.    ‘BI ŞAŞÎ ÇÛN MALA APÊ MIN’   Ûfûk Ozçelîk, derbarê bûyerê de wiha axivî: “Polîs û lekerên xwestin birayê min U binçav bikin, dest pê kê bi şaşî bi ser mala apê min de girtin. Deriyê malê şikandin û kesên di malê de bûn, bi lêdanê bi edê re dirêj kirin. Dayik û bavê min ji ber dengên ji derve tên, şiyar dibin û li paçê mêze dikin. Hewl didin ku fêm bikin ka çi diqewime. Bavê çiqas deng dike jî, kes bersiva wî nade. Dema ku ronahiya lazer a sîlehan dibîne, fêm dike ku li malê polîs û leşker hene. Dîsa deriyê mala me jî şikandin. Çawan ketin hûndirê malê sîleh xistin serê me, em bi paşve kelepçe kirin û bi erdê re dirêj kirin. Dayika min a ji odeyeke din hat, dema ku dît polîsan sîleh xistine serê xwiş û birayên min û heqaretê li wan dikin rewşa wê ne baş bû. Destûr nedan me ku em mudaxileyê wê bikin. Tew nehiştin em bangî ambûlansê jî bikin. Ez dikarim bêjim ku nêzî nîv saetê, dayika min sekerat kir. Lê kesek pêve neçû.”    ‘NEXWEŞXANÊ MUDAXILEYÎ DAYIKA MIN NEKIR’   Ûfûk Ozçelîk, diyar kir ku piştî ku polîs û leşkeran birayê wî U. nedîtin ji malê veqetiyan û wiha got: “Min bi derfetên xwe, dayika xwe bir Nexweşxaneya Dewletê ya Samandagê. Min ji bijîşkê ku mudaxileyê dayika min kir re got ‘Laşê dayika min sar dibe, tu bi serê xwe kî bibe alîkar.’ Lê bijîşk ji min re got, ‘Tiştek nabe, dayika we şokê derbas dike. Ji bê vê wisane.’ Tenê kontrola rûtin kir. Min dît ku rewşa wê xerabtir dibe. Li ber ser vê yekê me wê bir nexweşxaneyek taybet. Bijîşkê nexweşxaneya taybet çawan ku dayika min dît, got krîza dil derbas dike.”    Ozçelîk, da zanîn ku ligel hemû mudaxileyan jî dayikî wî jiyana xwe ji dest da û wiha bilêv kir: “Ev dewletek çawane. Çawan dibe ku di serdegirtinan de ekîbên tenduristiyê û ambûlansan ligel xwe nayîn in. Dev ji hemûyê berde, tew nehiştin em bangî ambûlansê jî bikin. Me bi xwe bir nexweşxanê, lê nexweşxanê jî mudaxileyê dayika min nekir. Em derbarê bijîşk û yên bi ser mala me de girtin, gilî bikin. Em ê vê bûyerê bişopîn in.”    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edenê Tulay Hatîmogûllari, ji bo ku derbarê bûyerê de agahî bigire, bi malbatê re têkilî dan. Hatimogûllarî ya darbarê bûyerê de agahî ji malbatê girt, pêşniyar pirs bir rojeva Meclîsê.    MA / Hamdullah Kesen