14 pirtûk ji Weşanên Sîtavê derketin 2020-01-21 13:59:52   WAN – Weşanên Sîtavê 3 jê bi tirkî 14 pirtûk çap kir û gihand ber destên xwîneran.    Weşanên Sîtavê ya li Wanê ku bi piranî kurdî weşanê dike 3 jê tirkî bi giştî 14 pirtûk çap kir û gihand ber destên xwîneran. Pirtûka bi navê "Tarihten günümüze Kürdistan'da zorunlu göçün sosyo politiği (Ji dîrokê heta niha li Kurdistanê polîtîka sosyo ya koçberiya bi darê zorê)" a Ilyas Erdem e, nivîskar Yusuf Ziya Doger jî pirtûka bi navê “Kürt aşiretlerinde alan koruma (Di eşîrên kurdan de parastina qadê)" derxist û nivîskar Îdrîs Erenç jî pirtûka bi navê “Juli'nin sesi (Dengê Jûlî)" derxist.    PIRTÛKÊN KURDΠ   Her wiha pirtûkên bi navê “Alole", "Ax Şilêrok", "Biratiya Quling û Rûvî” yên nivîskar Perwîz Cîhanî jî derketin. Pirtûkên bi navê “Destan û Stranên Kurdî" û "Xelefê Şêrwanî" yên Wesfî Ak jî gihîştin ber destên xwîneran. Pirtûka lêkolînê “Şeva Yelda” a Qendîl Şeyxbizînî jî hat çapkirin. Pirtûka “Destana “Rustemê Zal” a Nezîr Ocek, pirtûka bi navê “Guldesteyek ji Pêkenokên Gelêrî" a Mehmet Oncu, pirtûkên "Mîrza Mihemed" û “Dilka Dayîkê" ên Silêman Feqiyanî û “Ferhenga Kurmancî” ya ji aliyê Mela Sîdê Nîvilî' ve hatiye amadekirin hatin çapkirin.    Di van pirtûkên cihêreng de mijarên wek dîrok, lêkolîn, roman, ziman, mîzah, çîrok û gelek êş û azarên kurdan kişandine cih digirin.