Biryara qeyûm a dadgehê çawa hat guhertin? 2020-01-21 13:53:01   AMED - Parlamenterê HDP'ê Hişyar Ozsoy, biryara 'Rawestandina birêvebirinê' ya dadgehê ya têkildarî tayînkirina qeyûma şûna Hevşaredare Amedê Selçûk Mizrakli ku hatibû guhertin ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî.    Hevşaredarê Amedê Adanan Selçûk Mizrakli, beşdarbûna çalakiyên partiya wî weke sûc hatibûn hesibandin û di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji peywirê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin. Li dijî vê biryarê li 2'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê doz hatibû vekirin. Beriya çend rojan derket holê ku dadgehê li gel ku destpêkê biryara 'Rawestandina birêvebirinê' daye jî paşê biryara xwe guherandiye. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy, vê mijarê bir rojeva Meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bi bersivîne pêşnûmepirsekê da Serokatiya Meclisê.   Parlamenter Ozsoy têkildarî mijarê ev pirs ji Wezîr Gul kirin:   Çima daxwaza rawestandina birêvebirinê ya di biryara destpêkê de neketiye meriyetê?   Daxwaza rawestandina birêvebirinê ji aliyê zextên kî ve hat guhertin?   Biryar dayina 2 biryarên rêkberî hev a heman dadgehê ya di nav 12 rojan de ji hêla hiqûqî ve tê qebûlkirin?    Li gel ku îttîraza wezareta we ji bo sererastkirina şaşiya nivîsa di biryarê de ye jî dadgehê çawa biryarê tev guhertiye?   Ev biryar ji bo mudaxaleya darazê ne delîleke zelal e?