Tecawizkar hat cezakirin 2020-01-21 13:25:09 MÊRDÎN – Tecawizkar Ilyas Akdogan ê ku Ayşe Akyuz kuştibû bi cezayê muebetê û 10 sal cezayê din hat cezakirin.    Li gundê Sahrinca navçeya Artûklûya Mêrdînê di 24’ê îlona 2016’an de Ilyas Akdogan tecaiwizî Ayşe Akyuz kiribû û pişt re ew kuştibû. Danişîna doza tecawizkar Akdogan li Dadgeha Mêrdînê hat dîtin. Akdogan ji Girtîgeha Rihayê bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû.    Ferdên malbata Akyuz jî dihatin darizandin. Dadgehê derbarê ferdên malbatê de biryara beratê da. Her wiha dadgehê bi sûcdariya “Kuştina bi qestî” cezayê muebetê û bi sûcdariya “êrişa cinsî ya biwesf” jî 10 sal cezayê girtîgehê lê birî.