Li Îzmîrê 12 HDP’yî hatin binçavkirin 2020-01-21 13:11:53 ÎZMÎR – Li Îzmîrê di çarçoveya lêpirsînek hat destpêkirin de 12 HDP’yî hatin binçavkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de li Îzmîr, Eskîşehîr, Konya û Mêrdînê derbarê rêveberên HDP’ê de biryara binçavkirinê hat dayîn. Polîsan li Îzmîrê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Konaka Îzmîrê Hayat Îzgî, rêveberên HDP’a Îzmîrê Ramazan Efendîogûllari û Mustafa Koyuncu jî di nav de 12 kes hatin binçavkirin.    ‘AKP ÊRÎŞA TOPYEKÛN DAYE DESTPÊKIRIN’    Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê têkildarî binçavkirina daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku îqtîdara AKP’ê li dijî HDP’ê êrişek topyekûn daye destpêkirin û dê AKP nikaribe têkoşîna wan têk bibe. Rêxistina HDP’ê binçavkirina rêveber û endamên xwe şermezar kir û xwest demildest werin berdan.    Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hayat Îzgî, Ramazan Efendîogûllari, Mustafa Koyuncu, Yahya Kezer, Kemal Aslan, Nezîr Aras, Hamît Sari, Gulseven Turgal, Salîh Huldur, Sultan Demîroglû, Yaşar Sizici, Mehmet Degîrmen.