Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2020-01-21 13:07:10   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê û bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez bi boneya bi muwekilê xwe Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rêzan Sarica, di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha her hefte serî li dozgeriyê didin, lê heta niha hemû serlêdanên wan bê bersîv dimînin.