Çalakiyên li Iraqê mezin dibin: Herî kêm 6 kes mirin 2020-01-21 12:19:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku dema xwepêşandêran ji bo bicihanîna daxwazên xwe dan hikumetê bi dawî bû, li gelek bajaran xwepêşandanan dest pê kirin. Roja Duşemê herî kêm 6 kes di dema xwepêşandanan de hatin kuştin.   Xwepêşandanên li dijî hikumetê ku ji 1'ê Cotmehê ve li Iraqê dewam dikin, dema ku ji bo hikumetê hatibû naskirin bi dawî bû û dîsan dest bi çalakiyên xwe kirin. Di dest pê ka hefteyê de li zêdeyî deh bajaran xwepêşandan pêk hatin.   Xwepêşandêran li Bexda, Zîkkar, Necef, Kerbela, Mûssenna, Basra, Vasit û gelek bajarên din rêyên nava bajêr, pir û rêyên navbera bajaran li trafîkê girtin. Li heman herêman hêzên ewlekariyê bi bombeyên gazê û çekên rastî dest li çalakgeran werdan.   Roja Duşemê di destwerdana hêzên ewlekariyê yên Iraqê de herî kêm 4 xwepêşandêr û 2 polîsan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 xwepêşandêr û hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Li bajarên ku xwepêşandan lê hatin kirin dibistan û saziyên fermî ketin betlaneyê. Xwepêşandanan şevê jî dewam kirin. Di serî de lîderê Tevgera Sadr Mûqteda El Sadr gelek partiyên siyasî û rêxistinên Iraqî bal kişandin ser asta nû ya xwepêşandanan û ragihandin ku gefên cidî li Iraqê tên xwarin û bang li hikumetê kirin ku di demeke kurt de bersivê bidin daxwazên gel.   Ji 1'ê Cotmehê û vir ve di xwepêşandanan de zêdeyî 500 kesî jiyana xwe ji dest dan û 25 hezar kes jî birîndar bûn.