Rojnamevan Polat: Divê em piştgiriyê birêxistin bikin 2020-01-21 09:35:38 AMED – Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, bal kişand zextên li ser çapemeniyê û got: "Divê em bi awayekî rêk û pêk piştgirîbûnê birêxistin bikin. Heger berxwedan qels bibe, wê îktîdar xurtir bibe".    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, zext û zoriyên li ser çapemeniyê û rêbazên cezakirinê yên Saziya Îlanê ya Çapemeniyê (BÎK) nirxandin.    Polat, bal kişand ser cezayên îlanê yên li rojnameya wan tên birîn û got, BÎK tu carî li gor armanca xwe ya sereke tev negeriyaye. Polat, diyar kir ku BÎK, bi bacên gel û bi budçeyê ji bo wê hatiye veqtandin avakirin û armanca wê bi awayekî rast raya giştî agahdar bike û got, berê jî BÎK destek dida çapemeniya nêzî îqtîdarê.    Polat, ji bo cezayên BÎK'ê got: "Zetx û zoriyên li ser çapemeniya muxalif, piştî hilbijartina herêmî û nexasim jî piştî bajarên mezin ji dest îqtîdarê derketin, wekî berdewam helwesta ji bo muxalafetê dixuyê. Çawa ku li Amedê û deverên din HDP'ê şaredariyên di dest qeyûman de bi dest xist û cardin qeyûm hatin tayînkirin, lê dît ku dîsa nikare çapemeniya muxalif bêdeng bike. Yanî zextên li ser çapemeniyê, bêtîibarkirina çapemeniyê, bêhêzkirina wê sirf ji bo ji Ewropayê re bêjin, 'Lê bine em saziyên çapemeniyê nagirin, ew bi xwe digirin'' vê çewisandinê dikin. Par saleke wiha bû ku rojnameyên wan jî hatn girtin. Ji ber ku fiyetên kaxezê tim diguherin û ji ber dahata îlanan hat qutkirin ji bo me windahiyek bû. Niha îlan hatine rawstandin û ev yek barê me girantir dike".    Polat, destnîşan kir ku heke heta meha Adarê "cezayê rawestandina îlanê" bi dawî nebe wê Rojnameya Evrenselê, têkeve statuya rojnameyên nikare îlanên fermî wergire. Polat, got: "Mafê me yê îlanê bi temamî nehatiye betalkirin. Ji bo bê betalkirin hîn meh û nîvek maye. Lê bi rastî jî hincetên wan eletewş in. Mesela 5 rojnameyên me yên Amedê şandine girtîgehê û ev yek wekî hincet dane ber me. Girtî kîjan rojnameyê bixwazin navê wê dinivîsînin. Gardiyanek jî diçe wan rojnameyan distîne. Dibêjin girtiyekî 5 rojname stendiye. Madem wiha ye nexwe girtiyan berdin bira ew herin ji xwe re bikirin. Helbet ev pêkanîn ji bo rojnameyên bi wan ve girêdayî pêk nayên. Rojname li gor daxwaza xwendevanan tên stendin. Ev hemû sansurên darayî ne û em ê ji derheqê wan derkevin".    WÊ HETA DMME'YÊ JÎ BIÇIN    Polat, destnîşan kir ku 17 sal in AKP heye, lê rojnameya wan 25 sal in heye û got: "Her rojnameyek xwedî navekî ye. Evrensel, BîrGun, Yenî Yaşam. Carinan gava em behsa çapemeniya muxalif dikin, wekî ku ji bo muxalefetê bikin tên çapkirin tê famkirin. Na, ne wisa ye. Em rastiyê dinivîsin. Her wiha malperên înternetê yên van rojnameyan jî hene. Yanî mafê nûçewergirtinê yê gel û bia wayekî rast agahdarkirina gel ji bo me bivênevê ye. Ji ber ku em xwedî li vê yekê derdikevin û ji ber em cih didin hincetên li xweşa îqtîdarê naçin, em bi zext û zoriyan re rû bi rû dimînin. Dixwazin me bitepisînin, lê wê ev pêkanîn nikaribin me bitepisînin. Wê bibînin. Berî ku AKP çê bibe em hebûn. Nûçeyên me didin be rlêpirsînan. Sedema vê jî nerihetî ye. Belê wê ev serdema çewisandinê hîn jî bidome. Wê têkoşîna me jî bidome. Em ê serî li rêyên hiqûqî bidin. Bi dadgehên xwe nebawer in, lê em ê heta DMME'yê jî biçin. Her wiha baweriya me bi xwendevanên me heye. Wê mirov xwedî li rojnameya Evrenselê derkevin".    Herî dawî Polat, bal kişand ser pişgiriyê û got: "Divê em bi awayekî rêk û pêk piştirîbûnê birêxistin bikin. Heger berxwedan qels bibe, wê îktîdar xurtir bibe".    MA / Lezgîn Akdenîz