Di sar û seqemê de ji bo 40 TL'yî dixebite 2020-01-21 09:06:01 WAN - Abdî Baran ku di sar û seqema Wanê de tevî kurê xwe yê 10 salî li kuçe û kolanên bajêr kaxeza berhev dike, rojê 40 lîre jê re dimîne û hewl dide bi vî pereyî debara malbata xwe bike.  Abdî Baran ê 45 salî ku 6 sal in li Wanê bi berhevkirina kaxezan debara xwe dike, di sar û seqemê de jî li kuçe û kolanan digere. Baran, êvarî saet di 18:00'an de dest bi kar dike heta 02:00'yê şevê nasekine. Rojê nêzî 200 kîlo kaxez berhev dike û kîloya kaxezê bi 50 qurîşî difiroşe. Baran rojê 100 lîreyî qezenc dike lê belê 60 lîreyî dide heqê mazotê û 40 lîre jê re dimîne. Hewl dide bi vî 40 lîreyî debara malbata xwe ya 5 kulfetî bike.    ‘NEXWEŞ DIKEVIM LÊ NIKARIM BIÇIM CEM BIJÎŞK'    Baran ku berê li bazaran zebze û fêkî difirot, anî ziman ku hem ji ber krîza aborî hem jî baca ku şaredariyê ji wan disten nmecbûr maye dev ji bazarê berde. Baran ku 5 sal in kaxezan berhev dike, anî ziman ku piştî hewa sar bûye karê wan jî zor bûye. Baran, anî ziman ku tim nexweş dikeve, tu ewlehiyeke wî ya tenduristiyê jî tuneye û ji ber vê nikare biçe nexweşxaneyê.    Baran, bal kişand ser heqê fatûreyên ceryanê û diyar kir ku nikare heqê fatûreya xwe ya ceryanê bide. Baran, got: "Deynê min pir e, nizanim ez ê çawa bidim. Ji xwe êdî kes hew bi desyn jî dide min. Tiştê mehê bi dest min dikeve û tiştê xerc dikim, di navbera wan de ji vir û çiyayekî ferq heye. Rojê herî zêde 200 kîlo kaxez berhev dikim. Ew jî dike 100 TL. Ji vî pereyî 60 lîreyî didim heqê mazotê, 40 lîre dimîne. Mehê carekê fêkî dibim malê. Bi mehan em goşt naxwin."   KURÊ WÎ JÎ ALIYÊ WÎ DIKE   Baran, diyar kir ku kurê wî Yûsûf ê 10 salî jî aliyê wî dike û got, kurê wî jî tim nexweş dikeve û gava nexweş dikeve nikare biçe dibistanê.    MA / Dîndar Karataş