ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-21 09:00:56 * Li Amedê Komeleya Wêjekarên Kurd hat avakirin.  * Nivîskar Bahattîn Robar ku ji Cizîrê çû Amedê û tev li komxebata Tora Çand û Zimanê Kurdî bû, anî ziman ku ji bo pêşketina kurdî divê li saziyên heyî xwedî bê derketin.    * Abdî Baran ku di sar û seqema Wanê de tevî kurê xwe yê 10 salî li kuçe û kolanên bajêr kaxeza berhev dike, rojê 40 lîre jê re dimîne û hewl dide bi vî pereyî debara malbata xwe bike.    * Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, di sala 2017'an de dest bi pêkanîna parkomatê kir. Welatiyan ji bo vê pêkanînê bertek nîşan da û gotin: "Ma em wesayîrê xwe bibin ser baniyên xaniyan?"    * Nûrcan Bakir ku 28 salan di girtîgehê de mabû,  ji bo şermezarkirina zext û zoriyan dawî li jiyana xwe anîbû. Malbata wê behsa jiyana wê kir û got: "Hez ji jiyanê dikir. Bi têkoşînê ev girêdayîbû".    * Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê, anî ziman ku sedema krîza aborîji be rpolîtîkayên şer ên ê hikûmetê ye û ji bo çareseriyê jî pergaleke demokratîk pêşniyar kirin.    * Derhênerê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, bal kişand ser zextên li ser çapemeniyê û got: "Divê em bi awayekî rêk û pêk piştirîbûnê birêxistin bikin. Heger berxwedan qels bibe, wê îktîdar xurtir bibe."    * Danişîna Doza Safiye Karakoç a di 10'ê Gulana 2017'an de li navçeya Karabaglar a Îzmîrê di kolanê de hat kuştin, wê li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtin. (14.30)