Ji bo Melîk Bal mewlûd dan 2020-01-20 16:14:40   AMED - Malbata endamê HPG'ê Melîk Bal ê di operasyona eskerî de jiyana xwe ji dest da piştî sersaxiya 3 rojan, mewlûd da.    Endamê HPG'ê Melîk Bal, di operasyona eskerî ya di navbera 7-8’ê Kanûnê de li Zozanên Şênê ya navbera Amed, Çewlik û Mûşê de pêk hat û jiyana xwe ji dest dabû. Malbatê cenazeyê kurê xwe Bal di 17'ê Çileyê ji Tiba Edlî ya Meletiyê girtin û di bin dorpêça eskeran de li Gundê Rêşika yê Farqînê defin kirin. Eskeran destûr nedan malbata Bal li Mala Şînê ya Gund şînê dînin. Malbatê li ser astengiya eskeriyê şîn li mala xwe qebûl kir. Malbatê piştî şîna 3 rojan îro bi mewludê şîna zarokên xwe bi dawî kirin. Endamên Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û welatî beşdarî mewlûdê bûn.    Malbatan cenazeyên Erdal Tekay, Musa Kalkan û Suleyman Çinar jî berê wergirbûn û definkiribûn.