Ji hunermend, hiqûqnas û bijîjkan banga Grûp Yorûmê 2020-01-20 16:00:44   STENBOL - Hunermend, hiqûqnas û bijîjkan, ji bo endamên Grûp Yorûmê ku zêdetirî 200 rojî ye di greva birçîbûnê de ne bang li rayedaren desthilatê kirin û daxwaz kirin ku zextên li dijî komê bi dawî bibin.    Baroya Stenbolê, Odeya Bijîjkan a Stenbolê, Meclisa Hunermendan û Hewldana Hunermendan, ji bo balê bikişînin ser rewşa endamên Grûp Yorûmê ku bi armanca bidawîkirina zextên li ser xwe, zêdetirî 200 rojî ye, di greva birçîbûnê de ne, civîna çapameniyê li dar xistin. Civîn, li avahiya Baroya Stenbolê pêk hat û Serokê Odeya Bijîjkan a Stenbolê Pinar Saîp, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû, hunermend Orhan Aydin, Pinar Aydinlar, Ataol Behramoglu, Ece Ataer, Îbrahîm Karaca, Nûriye Gulmen ku sala borî bi daxwaza vegere karê xwe 324 roj di greva birçîbûnê de mabû û malbatên endamên Grûp Yorûmê yên di greva birçîbûnê de tevlî bûn.    Di civînê de daxuyaniyek ku hatibû amadekirin, ji aliyê Hunermend Ece Ataer ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de qala zextên ku li ser endamên komê tên meşandin hatin kirin û ji rayedarên desthilatê hat xwestin ku zextên li ser endamên komê tên meşandin, bi dawî bibin. Hat bibîrxistin ku endamên komê bi armanca bidawîkirina zextên li ser ketine greva birçîbûnê û qala rewşa wan hat kirin û ji bo çareseriyê bang hat kirin.     Piştî daxuyaniyê, beşdarên civînê li ser tiştên ku bên kirin nîqaşan kirin. Di encama nîqaşan de beşdaran hin biryar girtin û paşê biryarên ku girtin û bi ser navê "banga me ye" bi raya giştî re aşakera kirin. Di bangê de ji rayedaran hat xwestin ku bêyî ku mirin çêbibin pirsgirêkên komê bên çareserkirin û banga berpirsyartiyê li rayedaran hat kirin.    Piştî bangê civîn bi dawî bû.