KCD'ê malbata Nurcan Bakir ziyaret kir û sersaxî xwest 2020-01-20 15:46:16   EDENE - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û heyeta pêre malbata Nurcan Bakir li Edeneyê ziyaret kirin û sersaxî ji malbatê xwestin. Guven, anî ziman Nûrcan 28 salan li dijî zilm û zorê li ber xwe da û tu carî serî netewand."    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê Leyla Guven, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari, aktîvîsên TJA'yê û gelek nûnerên partiyê bi hevre çûn malbata Nurcan Bakir ya li girtîgehê li dijî zilm u zorê dawî li jiyana xwe anî ziyaret kir. Heyete malbata Bakir a li Taxa Havuzbahçe ya Seyhana Edeneyê ziyaret kir û sersaxî ji malbatê xwest. Dema heyet hatin malbatê girsê li pêş malê dirûşmeya "Şehit namirin" berz kirin.    Leyla Guven û heyeta pêre piştî hatin malbatê sersaxî ji malbatê re xwestin, di şexsê Nûrcan Bakir de ji bo hemû kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Guven, diyar kir ku Nûrcan Bakir 28 salin li dijî zilm û zorê têdikoşe û tu carî serî li hemberî zilm û zorê danenî û wiha got: "Nûrcan şehîda berxwedana Kurdistanê ye. Lê têkoşîn û berxwedan bi dawî nebûye. Didome. Nurcan ketibû rêya têkoşîn û berxwedanê. Ji bo ziman û çanda Kurdan bê qebûlkirin ketibû vê rêyê. Dibe ku em li mala xwe ne agahiya me nabe. Lê li zindanan zilm û zorek pir mezin heye. Tevî hemû zilmê hevala me serî netewand û li ber xwe da. Brêz Abdullah Ocalan 20 salin tecridkiriye. Tevî vê tecrîda giran dîsa ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe. Herî dawî got 'Werin em di hefteyekî de vî şerî bi dawî bikin'  Lê li Halepçe Zîlan û Roboskiyê komkujî kirin û gotin em dê Kurdan ji vê têkoşînê sar bikin. Lê em tu carî dest ji vê têkoşînê bernadin. Rêya me bi ronahiya Şehîdan ronî dibe. Cih û warê Nurcan bihişt e. Bila serê gelê Kurd sax be. "    Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz û parlamentera HDP'ê Tulay Hatîmogullari jî sersaxî ji malbatê xwest.