HDP: Em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin 2020-01-20 14:47:32   ENQERE - LRN'a HDP'ê têkildarî 2'emîn salvegera ketina Tirkiyeyê ya Efrînê daxuyaniyek da û ev tişt got: "Li şûna ku bi kurdan re şer bê kirin; divê ji bo înşakirina erdnîgariyeke bi edalet, aşitî, azad û wekhev berpirsyartî bên girtin."   Lîjneya Rêveberiya Navendî (LRN) ya HDP'ê, têkildarî 2'emîn salvegera ketina Tirkiyeyê ya Efrînê, bi sernavê "Di sala 2'emîn de em careke din dagirkirina Efrînê şermezar dikin" daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de qetilkirina jin, zarok û sivîlan hat bibîrxistin û hat destnîşankirin ku komên girêdayî Tirkiyeyê dest dirêjî 60 jinan kirine û polîtîkaya AKP-MHP'ê ya Sûriyeyê, li ser neyartiya kurdan hatiye avakirin.   Dîsa di daxuyaniyê de li ser koçberiya ku ji ber êrîşên Tirkiyeyê hatiye rawestandin û hatiye diyarkirin ku feyda neyartiya kurdan ji tu kesî re tuneye û ev bang hatiye kirin: "Li şûna ku bi kurdan re şer bê kirin; divê ji bo înşakirina erdnîgariyeke bi edalet, aşitî, azad û wekhev berpirsyartî bên girtin."