MSD'ê banga şerê rizgarkirinê li gelên Sûriyeyê kir 2020-01-20 14:40:43   NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê têkildarî 2'emîn salvegera êrîşên li ser Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da û ji bo Efrîn û herêmên din ên ku Tirkiye ketiyê, banga "şerê rizgarkirinê" li gelên Suriyeyê kir.    Di 20`ê Çileya 2018`an de Tirkiye bi hêzên paramîlîter ku navê OSO li wan kiribû êrişî kantona Efrînê kiribûn. Di êrişa xwe de hemû cureyên çekên giran û balafir bi kar anîbûn. Di encama wê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da, bi deh hezaran jî neçarî koçberiyê bûn. Her wiha Tirkiye guhertina demografiyê li herêmê pêk tîne, sûc û komkujiya li dijî sivîl û xwezaya Efrînê pêk tîne.   Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), di salvegera 2'emîn êrîşên Tirkiyeyê yên li ser kantona Efrînê de daxuyaniyek ji raya giştî re belav kir. MSD'ê di daxuyaniyê de sûcên şer ên Tirkiyeyê  yên li dijî şêniyên Efrînê şermezar kir û got Efrîn herêma herî ewle ya li Sûriyeyê bû û beriya êrişên Tirkiyeyê bi hezaran koçber ji herêmên Sûriyê pêşwazî kiribûn.   Daxuyaniya MSD'ê wiha ye:   "Wekî roja îro sala 2018`an hêzên dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û bi beşdarbûna fesîleyên bi navê Artêşa Azad êrişî bajarê Efrînê kir. Di encama wê de bi sedan şehîd çêbûn û bi deh hezaran jî koçber bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên hewayî û bejahî siyaseta erdê şewitandî bi kar anî. Her wiha piştre jî guhertina demografiyê, koçberkirina bi darê zorê, talankirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve pêk tê.   Dewleta Tirk ji destpêkê de lîstîkvanekî sereke di herêmê de ye. Armanca wê û xewn û xeyalên wê hene. Hikûmeta AKP`ê hewl dide serdema Osmaniyan vejîne. Her tim di nava tevgerê de ye da ku xewna xwe pêk bîne û ev yek ji destpêka aloziya Sûriyê ve ku derbasî sala 9`emîn bûye, diyar e.   Efrîn ji herêmên herî ewle bûn, li Sûriyê. Gelek koçber ji herêmên din ên Sûriyê pêşwazî kirin lê piştî êrişên dewleta Tirk bûye herêma herî zêde tundî, şer, talan, hilweşandin û guhertina demografiyê lê tê kirin. Bi hezaran kes ji herêmên din ên Sûriyê û bi taybet ji Idlibê hatin koçberkirin û li Efrînê hatin bicihkirin. Li beramberî vê yekê jî civaka navdewletî di nava bêdengiyeke mezin de ye.   Em wek MSD karesata li ser gelê me li Efrînê şermezar dikin. Em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehiyê, rêxistinên mafên mirovan, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku dagirkeriya Tirkiyê li Efrînê bi dawî bikin û şêniyên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne, li warê wan vegerînin.   Her wiha em bang li gelê xwe yê Sûriyê dikin ku bi yekdestî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihîne. Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya siyasî di civaka navneteweyî de dewam bikin. Çareseriyeke siyasî ya aloziya Sûriyê di pêvajoya pêş de, destekdayîna hêzên me yên berxwedêr ji bo rizgarkirina Efrînê ji armancên me yên sereke ye."