Bav: Yên kurê min kuştin li derve kêfa xwe dikin 2017-12-12 10:11:18 COLEMÊRG - Ubeyt Tumen ê polîsan ji maşîna zirxî gule li ser kurê wî Aydin Tumen û 3 kesên din reşandin û kuştin, der barê dîmenên derketin holê de axivî û wiha got: "Her tişt li ber çavan e. Her ku bûyer nû dibe dîmenê kuştina kurê min dîsa li pêş çavê min zindî dibe. Polîsên kurê min kuştin li derve serbest digerin û kêfa xwe dikin."  Li navçeya Geverê ya Colemêrgê di 8’ê Cotmeha  2016’an de polîsan ji maşîneya zirxî ya Kobra gule li ser gel reşandibûn. Di bûyerê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 2 kes jî birindar bûbûn. Bavê Aydin Tumen ê jiyana xwe ji dest da Ubeyt Tumen anî ziman ku polîs bi maşîneyên zirxî yên ku kurê wî kuştine ji roja bûyerê heta niha ji ber kargeha wan naçin û nobetê digirin. Tumen, destnîşan kir ku maşînê zirxî 3 metre nêzî cihê kurê wî lê hat qetilkirin radiwestin û wiha axivî: "Maşînê zirxî yên 4 kes kuştin 2 kes birîndar kirin wek tehlîkeyek mezin li her derê digerin. Niha li ber kargeha me radiwestin. Sekinandina wan hêrsa min zêde dike. Her ku ez wan dibînim bûyera kuştina kurê min li ber çavê min zindî dibe. Heta niha ji ber maşîneyên zirxî 3 kargeh hatin girtin. Dema maşîne li ber dikanan radiwestin kes naçe wê dikanê û ew esnaf neçar dimîne deriyê dikanê bigire.    WALÎTIYÊ DAXWAZA ME RED KIR   Bav Tumen, diyar kir ku wan ji bo maşîneyên zirxî ji ber dikana wî rabin û êdî li nava bajar negerin daxwazname dan Walîtiya Colemêrgê, lê walîtiyê daxwaza wan red kir. Tumen, destnîşan kir ku maşîneyên zirxî bi xwe re kuştinê tînin û wiha got: "Me serî li Walîtiyê da, lê walîtiyê daxwaza me ya ji bo rakirina maşîneyan red kir."    'DÎMENÊN HATIN DÎTIN ÊŞA MIN NÛ KIR'   Bav Tumen, têkildarî dîmenên kamera yên hatin dîtin jî wiha got: "Her roj ew bûyer li ber çavê min zindî dibe. Roja bûyerê bi gulebaranê ez ji dikanê derketim û min dît ku 6 kes li erdê ne. Dema ez çûm min dît ku kurê min li erdê dirêj bûye. Kurê min ji serê xwe birîndar bûbû.  Li wir jiyana xwe ji dest da. Min kurê xwe hembêz kir, lê li wir can da. Tevî ku dîmenên kamera û şahidê bûyerê hene jî dadgehê polîsên girtî berdan. Em diçin dadgehê dadgeh nahêle ku em biaxivin. Danişînê 5 deqîqeyan berdewam kir. Rapora TUBÎTAK û dîmen li holê ne. Em wate nadin berdana polîsan. Qerfê xwe bi me dikin. Polisên 4 kes qetil kirin niha li derve li kêyfa xwe dinerin. Em edalet dixwazin."   MA / Fethî Balaman