Konseya Bajar a Qersê dê bursê bide 17 xwendekaran 2020-01-20 12:34:48 QERS - Şaredariya HDP’î ya Qersê Konseya Bajar a Qersê ji nûve çalak kir û bi alîkariya dildaran dê bûrsê biyd 17 xwendekaran. Sekreterê Giştî yê Konseya Bajar a Qersê Doktor Onur Karahanci, diyar kir ku bi vê xebatê armanc dikin ku welatiyên Qersê hindik be jî alîkariyê bidin xwendekarên Qersê û li bajar piştevaniya civakî pêş bixin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartina 31'ê Adarê de Şaredariya bajarê Qersê qezenç kir û ji destê rêveberiya MHP’ê dewir girt. Piştî şaredarî ket destê HDP'ê, Hevşaredarên HDP'ê li Qersê dest bi xebat û xizmetên nû kirin. Hevşaredarên Qersê Ayhan Bîlgen û Şevin Alaca, ligel rêveberiya şaredariyê Konseya Bajar a Qersê ku berê hatibû avakirin û heta niha tu xizmetê wê tune bû ji nûve çalak kir û xist nava tevgerê. Piştî Konseya Bajar a Qersê ket nava tevgerê dest bi xizmetê kir. Konseya Bajar a Qersê ji îro û şûnde dê bûrsê bide 17 xwendekaran û destê alîkariyê dirêj kir. Konseya bajar ku ji jin, ciwan, astengdar, endamên meclîsa taxan pêk tê, dest bi xebatan kir.    DÊ 6 MEHAN BÛRSÊ BIDE 17 XWENDEKARAN    Piştî konsey çalak bû, bi alîkariya kesên dildar dê bûrsê bidin 17 xwendekaran. Konsey, dê 6 mehan her meh serê her xwendekarekî 300 tl bursê bidin. Konseyê ewil xwendekarên ku pêdiviya wan bi alîkariyê heye diyar kir û piştre dê bûrsê bidin wan. Piştî xwendekar tespît kirin dê ji îro û şûnde heta 6 mehan bûrsê bidin wan.    Sekreterê Giştî yê Konseya Bajar Doktor Onur Karahanci, têkildarî xebatê axivî. Karahanci, anî ziman ku piştî kesên dildar alîkarî dan wan, endamên jûriyê kom bûn û kesên pêdiviya wan hene diyar kir. Karahanci, anî ziman ku piştî 17 xwendekarên pêdiviya wan ji alîkariyê heye hat tespîtkirin dê ji îro û şûnde 6 mehan her meh serê xwendekarekî 300 TL  bûrsê bidin wan. Karahanci, da zanîn ku piştî 6 mehan dê ji bo sala pêş û xwendekarên nû bibînin û banga vê yekê bikin. Karahanci, anî ziman ku armanc dikin zêdetir bûrsê bidin xwendekaran û vê kevneşopiyê berdewam bikin. Karahanci, bibîr xist ku armanca vê bûrsê di nava civakê de piştevanî, şêwirmendî û piştgiriyê zêde bikin.    Karahanci, anî ziman ku piştî wan ev biryar girt hem agahî dan şaredariyê û hem agahî dan walîtiyê û wiha bi dawî kir: "Pêşniyarên me li ber çavan digirin. Demek berê şaredariyê ji bo kesên astengdar îstasyonên şarjê ava kir. Dîsa biryar girt ku bufeyên nan ji aliyê kesên astengdar ve bê rêvebirin. Şaredariyê erênî bersîv da me û daxwazên me pêk anîn."    MA / Adnan Bilen