Cezayê muebeta giran li qatilê Ceren Ozdemîr hat birîn 2020-01-20 12:10:56 ENQERE - Cezayê muebata giran li qatilê Ceren Ozdemîr Ozgur Ardûç hat birin.  Danişîna duyemîn a doza darizandina Ozgur Ardûç ê Xwendekara Pola 3'yemîn a Hunerên Muzîk û Şanogehê ya Zanîgeha Ordûyê li ber mala wê kêr kir û kuşt, li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Ordûyê hat dîtin.    Şandeya dadgehê biryara xwe aşkere kir û ji bo bersûc Ardûç bi sûcdariya "Bi hestên cinawirî û bi zanebûn kuştinê" cezayê muebeta giran birî.