‘Em ê bi gel re xebatên xwe bi rêve bibin’ 2020-01-20 09:05:28   ÊLIH – Hevserokên HDP’a Êlihê yên nû hatin bijartin diyar kirin ku ew di serdemek ku zext li ser partiya wan tê kirin de derbas dibin û ew dikarin hemû pirsgirêkan bi xelkê re çareser bikin.    Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay û Omer Kulplu ku nû hatin bijartin rojevê nirxandin.    Hevseroka HDP’a Êlihê Fatma Ablay diyar kir ku bajarê Êlihê ji bo gelê kurd xwedî cihek girîng e û ew ê bi vê hişmendiyê xebatê birêve bibin û got: “Gelê Êlihê gelek têkoşer e. Em ê hemû xebatên xwe bi xelkê re bikin. Ancak em dikarin wisa bi hêzdar bibin. Em dikarin bi hev re bi ser bixînin.”    'DIXWAZIN ÊLIHÊ BIKIN CIHÊ FERASETA ZILAMAN’    Ablay da zanîn ku dewlet dixwaze feraseta zilaman li Êlihê bi cih bike û dixwazin jinan ji siyasetê dûr bixin. Ablay anî ziman ku ji bo li her qada jiyanê hêz û têkoşîna jinan derxin holê dê têbikoşin û got: “Li Êlihê potansiyela jinan gelek e. Jin li her qadê têkoşîna xwe didomînin. Jin li dijî komkujiya jinan, tecawiz, îstîsmarkirinê û desteserkirina îradeya gel xebata xwe birêve dibin. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”    ‘XETA ME YA MOR E’    Ablay ji bo pergala hevserokatiyê jî got: “Hevserokatî xeta me ya mor e. Em ê vê pergalê her li ser piya bigirin.”    ‘YEKÎTÎ GIRÎNG E’    Ablay behsa xebatên yekîtiya neteweyî ya kurd jî kir û heke yekîtiya kurdan pêk were ji bo parastina destkeftiyên kurdan gelek girîng e.    'WÊ GEL SERÊ XWE NETEWÎNE’    Hevserok Omer Kulplu jî da zanîn ku ew di serdemek ku zextên giran li ser partiya wan hene hatine ser rêveberiyê û wiha got: “Gelê Êlihê di ferqa vê zilm û zordestiyê de ye. Gelê me tu demê serî li dijî zilm û zextan netewandiye. Dê niha jî netewîne. Ev hişmendî bi xelkê re heye. Em ê bi gelê xwe re vê têkoşînê birêve bibin. Em ê li dijî zextan berxwedana xwe bidomînin.”   ‘EM Ê PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKIN’    Kupllu diyar kir ku ew ê li dijî hemû pirsgirêkên li Êlihê tora têkoşînê li pêş bixin û got: “Di serdemek ku bêkarî her diçe zêde dibe însan întîhar dikin. Li Êlihê ji ber rewşa aborî jî însan întîhar dikin. Divê ku ev krîza aborî nebe krîza xelkê. Kesên krîzê derdixin divê krîzê bibînin. Ji bo vê yekê jî em bi gelê xwe re li her deverê dengê xwe bilind bikin.”    ‘EM JI BO YEKÎTIYÊ AMADE NE’    Kuplu anî ziman ku di vê serdemê de yekîtiya neteweyî ya kurd gelek girîng e û ji bo avakirina yekîtiyê çi bikeve ser milê wan ew amade ne.   ‘EM Ê XWEDÎ LI DAXWAZA GEL DERKEVIN’    Kuplu da zanîn ku ew ê beriya her tiştî xwedî li daxwaz û nirxên gelê Êlihê derkevin û ew ê bi dirûşma “me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” têkoşîn û xebatên xwe birêve bibin.