Dînç: Divê kurd dest ji Kongreya Neteweyî bernedin 2020-01-20 09:03:27   STENBOL – Nivîskar û dîroknas Namik Kemal Dînç da zanîn ku konjontura li Rojhilata Navîn derfetên mezin pêşkêşî kurdan dike û got: “Xebata ji bo Kongreya Neteweyî jî tê kirin divê kurd dest jê bernedin.”    Nivîskar-dîroknas Namik Kemal Dînç geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin û di nav van qewimandinan de helwesta kurdan ji ajansa me re nirxand.    Dînç anî ziman ku ji bo ew ji van geşedanên dawî yên li ser gelên Rojhilata Navîn tehdîdan çêkirine fêm bikin divê li komkujiyên DAIŞ’ê di demên nêz de pêk anîn binêrin û got: “Di serî de Êzidî û netew û baweriyên din hemû bi tunekirinê re rû bir û man. Herî zêde netewan ji zilma DAIŞ’ê zirar dîtin. Êzidî li Şengalê bi komkujiyên mezin re hevrû man.”   ‘GELÊN QEDÎM BI GEFAN RE HEVRÛ YE’    Dînç got di roja îro de her çiqas tehdîda DAIŞ’ê ne aktîf be jî lê gelên qedîm ên herêmê bi gefan re hevrû ne û wiha domand: “Ev gef û gura li ser gelan bi polîtîyakek û tifaqek rast dikarin werin berterefkirin.”    ‘BÊPERVATIYÊ DIKIN’    Dînç da zanîn ku gelê kurd ku li Rojhilata Navîn xwedî rolek girîng e jî bi tehdîdên komkujiyê re hevrû ye û wiha got: “Ereb, fars û tirk ku xwedî hêzên serwerin 100 sal in li ser kurdan dagirkeriyê dikin û dixwazin wek sed sal berê dîsa kurdan bê statû bihêlin. Ev nêzakîtî bêpervasiziye. Divê kur dli dijî van nêzîkatiyan xwe bikin yek û wê ev tifaqa kurdan li dijî van nêzîkatiyan bibe bersiv. 100 sal in li dijî tifaqa gelê kurd polîtîkaya tunekirinê birêve dibin. Hêzên navnetewî yên wek Amerîka, Rûsya û yên din li dijî êrişên ser Rojava bêdeng man. Mirov dikare vê bêdengiyê wek destekek navnetewî ya van hêzên li ser kurdan dagirkeriyê dikin şîrove bike. Lê ez nebawerim wê ev desteka ji bo van hêzên li ser kurdan dagirkeriyê dikin heta dawî bidome.”    ‘LI ROJHILATA NAVÎN AV DIKELE’    Dînç anî ziman ku li Rojhilata Navîn kêlî bi kêlî li ser hev av dikele, geşdanên talûke û mezin diqewimin û kes nizane dê van geşedanan çawa bisekinîne. Dînç got aloziya navbera Amerîka û Îranê gefek mezin dide kurdan jî.    ‘HERÎ ZÊDE TIRKIYE BI ÊRIŞKARÎ NÊZÎ KURDAN DIBE’    Dînç destnîşan kir ku di rewş û pêvajoya heyî de herî zêde Tirkiye bi polîtîkayên êrişkar bi ser kurdan ve diçe û wiha got: “Armanca êrişên Tirkiyê di 9’ê Cotmeha 2019’an de dest pê kirin, ku kurdan li Sûriyê bêstatû bihêlin. Dixwazin li wir parçe bikin. Naxwazin li wir yekîtiyek hevgirtî ya bi pêşengiya kurdan pêk were. Dixwazin hemû maf û destkeftiyên wan asteng bike û mînîmîze bike. Li Başûr jî bi armanc girtina Qendîlê vê polîtîkayê birêve dibe. Armanc li wir ne PKK ye. Armanc dagirkirina temamê Başûrê Kurdistanê ye. Operasyon û bicihbûna li Başûr di heman demê de gefek mezin e li ser Başûrê Kurdistanê. Peyama ‘heke hûn li Iraqê serxwebûnê pêk bînin’ ez ê we parçe bikim dide xelkê Başûr.”    ‘NIKARIN KURDAN LI DERVEYÎ LEYÎSTIKÊ BIHÊLIN’   Dînç da zanîn ku her çiqas kurd di bin gefan de bin ewqas jî konjonktor derfetê dide destê kurdan û wiha got: “Wê wek sed sal berê kurdan li derveyî van hesaban bigirin ne hêsan e. Lewre kurd ne kurdên berê ne. Kurd hin bêtir neteweyek bi hişmend û rêxistinkirî ye.”    ‘DIVÊ KURD ÊDÎ SEDSALEK DIN WINDA NEKIN’    Dînç bal kişand ser yekîtiya neteweyeî ya kurd jî û wiha got: “Pêknehatina yekîtiya neteweyî ya kurd jî ji ber ku polîtîkayek xwe bispêre sazîbûna siyasî li pêş nexistiye û di peywendiyên dîplomatîk de kêm maye. Ev jî dibin ku kurd nabin yek. Pêvajoya kongreyek neteweyî ji bo hemû kurdan girîng û pêdiviyek bingehîn e. Her çiqas di demên dawî de ji bo yekîtiya neteweyî an jî kongreya neteweyî ya kurd hewldan hebin jî lê heta niha tiştek ber biçav nîne. Kurd êdî nikarin sed salek din jî winda bikin. Divê hemû aktorên kurdan bi berpirsiyarek dîrokî tevbigerin. Heke kurd bi hişmendî û ruhek netewî tevbigerin gelek derfet dê di destê wan de bin.”    MA / Nacî Kaya