‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’ 2020-01-20 09:02:07   AMED – Hostayê tamîrkirina enstrumanan Adar Bozaner yê bi gotina “Siwarê hespê xelkê tim peyaye” ket rê, ji bo ku enstrumanên çandê tamîr bike atolyeya tamîrê vekir û dest bi tamîrê kiriye.     Adar Bozaner ê 21 salî ku ji navçeya Sêwereg a Rihayê ye, li Mêrsînê ji dayik bû û li vir mezin bû. Adar li vir di sala 2007’an de di bin banê Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) dest bi karê mûzîkê kir. Di sala 2016’an de ji bo ku karê xwe yê muzîkê li Akademiya Aram Tigran berdewam bike hate Amedê. Piştî ku Aram Tigran hat girtin li Ma Muzîkê perwerdeya xwe berdewam kir. Li Ma Muzîkê perwerdeya xwe qedand. Pişt re Atolyeya Mend a tamîrkirina enstrumanên muzîkê bi 4 hevalan re vekir. Adar mehek e otolye vekirine û tamîrê dike.    EM Ê HEVALÊN XWE PERWERDE BIKIN   Adar Bozaner têkildarî vekirina Atolyeya Mend a ku tamîra enstrumanên muzîkê dike pirsa “Ev fikir ji kû derket? Çima em fikirîn ku tiştekî wisa bikin?” ji xwe kir û got: “Tamîrek biçûk çêdibû li Amedê an cihên ku em bişînin dûr bûn. Cihên heyî jî biha çêdikirin. Ji ber atolyeya me tune bû me tamîreke biçûk jî dişand Mêrsînê. Me bi fikra ‘Siwarê hespê xelkê tim peya ye’ ketin rê û ev kargerî vekir.” Bozaner, anî ziman ku niha du kes li atolyeyê dixebitin û wiha berdewam kir: “Em du kes çûn Stenbolê bi alîkariya hosteyekê  me perwerde dît. Niha em du kes dixebitin. Pêşerojê em difikirin ku hevalên me yên din jî perwerde bibînin û xwe pêş bixin. Wê demê em ê çar kes bixebitin.”   ‘AMURA XWE BI XWE ÇÊKIN’   Bozaner, destnîşan kir ku armanca wan a yekemîn ne aboriye û wiha axivî: “Me got ‘siwarê hespê xelkê tim peyaye’. Hewcehî bi vê tiştê hebû. Me got êdî em ê amûra xwe bi xwe çêkin. Tiştê biçûk jî be wek perde û têl, guhertin an cihek şikestî be tamîra wê em bi xwe çêbikin. Bi wê fikrê em bi rêketin. Belê wê alîkariya aborî jî çêbe lê armanca me ya yekemîn ne aborî ye.”   ‘CUREYÊN TEMBURÊ ÇÊDIKIN’   Bozaner, da zanîn ku  zêdetir tembûran tamîr dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku em zêdetir bi tembûrê eleqedar dibin. Çêkirina temburê jî li vir dikin. Lê ji bilî wê amûrên din jî ku ji destê me hat tamîrên biçûk em tamîr dikin. Wek gîtar, keman cihên wan yên şikestî hebin tamîr dikin. Niha em cureyên tembûrê çêdikin. Tembûra normal a sê têl û curayê çêdikin. Lê em pêşerojê difikirin ku defê jî çêbikin. Amûran zêdetir em li ser sparîş çêdikin. Ku me zêde çêkir du-sê heb em wan difiroşin.”   ‘EM Ê PÊŞEROJÊ JI BAJARÊN DIN RE JÎ BIXEBITIN’   Bozaner, diyar kir ji ber ku gaveke nû ye di serî de naxwazin fireh bibin û wiha got: “Em ê pêşerojê ji bajarên din re jî bixebitin. Ji ku sparîş an tamîr were em ê eleqedar bibin. Ji tamîrên ku em çêdikin, tel guhertin û firotina temburan em debara xwe pê dikin. Malzeme zêdetir ji Stenbolê tê peydakirin. Niha kêm zêde di destê me de heye. Em bi xebata xwe pêş bixin vê atolyeyê.”   ‘JI BO KU EV KAR BIMÎNE ME NAV KIR MEND’   Bozaner, bi lêv kir ku navê mend ji zaravayê zazakî yê kurdî tê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kurmancî tê wateya mayînê. Ev kar heta îro bi awayekê xwe parastî ye û hatiye heta vê demê. Em jî wek evîndarên vî karî me xwest ev kar bimîne bidome ji ber wê yekê me navê vê derê kir mend. Ev kar qadeke ku pir nehatiye têjî kirin vala maye hinek. Ji ber wê em dixwazin vê valahiyê têjî bikin. Ji bo vê hewldanên me zêde ne.”   MA / Fahrettîn Kiliç