ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2020'AN 2020-01-20 09:00:18   * Nivîskar û dîroknas Namik Kemal Dînç da zanîn ku konjontura li Rojhilata Navîn derfetên mezin pêşkêşî kurdan dike û got: “Xebata ji bo Kongreya Neteweyî jî tê kirin divê kurd dest jê bernedin.”    * Hat angaştkirin ku kurê Serokşaredarê Artûklû yê AKP’yî Abdulkadîr Tutaşi, H. Tutaşi ku serkêşê komekê ye ewilî li avahiya şaredariyê û pişt re jî li avahiya kêlekê karê bertîlê kirine. Bûyer bi rageşiyek li ber şaredariyê qewimî derket holê.    * Hostayê tamîrkirina enstrumanan Adar Bozaner yê bi gotina “Siwarê hespê xelkê tim peyaye” ket rê, ji bo ku enstrumanên çandê tamîr bike atolyeya tamîrê vekir û dest bi tamîrê kiriye.     * Hevserokên HDP’a Êlihê yên nû hatin bijartin diyar kirin ku ew di serdemek ku zext li ser partiya wan tê kirin de derbas dibin û ew dikarin hemû pirsgirêkan bi xelkê re çareser bikin.    * Ava Bendava Ilisûyê roj bi roj dîroka Heskîfê di bin xwe de dihêle. Şêniyên Heskîfê li dijî binavkirina Heskîfê bi hêrs in. Aybaz Tunç ê esnaf got: “Heskîfa me ya xweşik edem kirin. Xwelî li serê we be. Ev sûcê li dijî mirovahiyê ye.”   * Daniyîna doza Nisêbînê dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (11.00-17.00)   * Meclîsa Jinan a HDP'ê û aktîvîstên TJA'yê dê ji bo Gulistan Doku ya li Dersîmê hatiye windakirin li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * TMMOB dê li dijî projeya Kanal Îstanbul û rapora ÇED'ê li avahiya xwe ya Karakoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)   * Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê dê rapora derbarê bûyera Gulistan Dokû li Dersimê amade kiriye dê bi civînek çapemeniyê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Amedê bi raya giştî re parve bike. (12.00)